HPG'ê 27'ê Mijdarê silav kir: 15 leşker hatin kuştin

HPG'ê diyar kir, ji bo silavkirina sala 41'ê ya PKK'ê hêzên wan li Îdirê li artêşa Tirk xistine û di encamê de 15 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên gerîla ev agahî da:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê, roja 26'ê Mijdarê saet 2'an li navçeya Başan a Îdirê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya artêşa TC a dagirker ku ji Qereqola Axurî diçû navenda navçeyê çalakiyek pêk anîn. Hêzên me ji cihekî nêz ve li wesayita zirxî reşandin û çûn heta ser wesayitê. Hêzên me wesayit şewitandin û bi temamî îmha kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku bi çavan hate dîtin, 15 leşkerên dijmin hatin kuştin. Qereqolên li derdorê piştî çalakiyê hewl dan dest li herêmê werdin, lê hêzên me derbên giran li wan jî dan. Artêşa TC a dagirker heta saet 7'ê sibehê nekarî enqaza wesayitê û cenazeyên leşkeran ji herêmê rake. Ev çalakî ji bo silavkirina sala 41'ê ya PKK'ê hatiye lidarxistin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Êvara 26'ê Mijdarê saet 21:30'î, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Çemço ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Roja 27'ê Mijdarê saet 00:30î, balafirên şer Girê Sendûra yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber her du êrîşan zerar û ziyan negihaşt hêzên me yên gerîla."