Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 8 û 9’ê Mijdarê de qada Gundê Şêlazê ya herêma Metînayê ji aliyê balefirên şer 13 caran hatiye bomberdûmankirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin çapemeniya şerê taybet a Tirk îddîaya 4 gerîla şehîd bûye weşandiye û ev îddîa ne rast e. HPG’ê diyar kir ku di bomberdûmanê de tiştek bi gerîlayan nehatiye.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirk di 11’ê Mijdarê de bi obus û hawanan li gundê Dêşîşê û qada Koordînyê daye û di 9 û 12’ê Mijdarê de jî helîkopter li ser Avaşînê geriyane.