HPG: Dewleta Tirk xwe avêtiye bextê derewan

HPG: Fermandariya Navendî ya me bi rêya çapemeniyê ragihandibû ku ti têkiliya wan bi çalakiya MÎT’ê ya li Hewlêrê re nîne. Ji bo vê li qadên gerîla li koordîneya çalakiyê jî hatibe xistin bê wate ye.

HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk bi rêya şerê taybet dest bi lîstikan kiriye û got: “Dagirkerên ku ji Xakukrê bigire heta Zapê û ji Zapê bigire heta Dersimê ji destê gerîla derbên giran dixwe, bi rêya nûçeyên ti rastiya wan nîne dixwazin moralê gelê me yê welatparêz bixe û çavên derdorên nîjatperest boyax bike servîs dikin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Dewleta TC’ê ya ku li hember têkoşîna Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya dike tengav dibe, weke her demê di demên dawî de jî serî li rêya çapemeniya şerê taybet dide û di xwaze bi vê bandora xwe li ser gel bide çêkirin. Dagirkerên ku ji Xakukrê bigire heta Zapê û ji Zapê bigire heta Dersimê ji destê gerîla derbên giran dixwe, bi rêya nûçeyên ti rastiya wan nîne dixwazin moralê gelê me yê welatparêz bixe û çavên derdorên nîjatperest boyax bike servîs dikin.

Di vê wateyê de, bi êrîşên xwe yên derveryî mirovî yên li ser Harêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê, bi nûçeyên ‘Li Koordîneya Çalakiya MÎT’ê hatiye xistin’ nûçeyên drew belav dike, li aliyê din jî li Botanê 5 kes xwe radestkirine, serwîs dikin. Bi vê dixwazin rûmeta gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bixin.

Ji beriya her tiştî weke ku Fermandariya Navendî ya me li ser çapemeniyê ragihandî, ti têkiliya me bi çalakiya li Hewlêrê ya li dijî MÎT’ê hatî kirin re nîne. Ji bo vê li qadên gerîla li koordîneya çalakiyê jî hatibe xistin bê wate ye. Li pêşberî rewşa li hember ciwanên Kurd ên welatparêz bê çare mane û ketine xwe rizgar bikin ketine pey nûçeyên wiha yên ti qîmetên xwe nîne. Li ser agahiyên li Botanê 5 kesan xwe radestkirine jî, di dîrokên berê de ji refên têkoşîna me qût bûne li Başûrê Kurdistanê hinek kesên ji aliyê TC’ê ve hatine kirînin. Li devera Şirnexê agahiyên ku hinekan xwe radestkirin dûrî rastiyê ne. Tiştekî wiha nîne.

Ji bo raya giştî ya demokratîk û welatparêz dibêjin; Hikûmeta AKP-MHP’ê ya di demên dawî de li pêşberî têkoşîna me ya bi maf tengijîne, divê li hember lîstikên şerê taybet hişyar bin. Carekî din bibêjin, di nava her şert û mercan de çi dibe bila bibe heta azadiya gelê xwe wê têkoşîna me bidome.”