HPG: Derba giran li dagirkeran hate xistin, 16 leşker mirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li herêma Xakurkê-Coelmêrgê li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakî hatine kirin û herî kêm 16 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, " Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, çalakiyên hêzên me yên li dijî êrîşên dagirkeriyê didomin. Artêşa TC a dagirker ku hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla dagir bike, di encama çalakiyên xurt ên hêzên me de yên 29'ê Gulanê derbên giran xwar. Agahiyên berfireh ên çalakiyan wiha ne:

Hêzên me saet 09:00, 13:00 û 14:00 li dijî leşkerên dagirker ên hewl didan li Girê Şehîd Şahan ê herêma Xakurkê bi pêş ve biçin, çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de ku bi rêbaza sabotajê hatin kirin û derb li yekîneyên dijmin hate xistin, 4 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky cenazeyên leşkerên xwe û yên birîndar ji herêmê rakir.

Saet 11'an li dijî yekîneyeke din a artêşa TC a dagirker a hewl dida li Girê Şehîd Botan bi cih bibe, hêzên me çalakiyeke din kirin. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî hatin birîndarkirin. Leşkerên birîndar bi helîkopteran ji herêmê hatin rakirin, lê hate tespîtkirin ku ew jî mirine û bi vî rengî hejmara leşkerên dijmin ên di encama çalakiyê de mirin bi giştî 5 leşker in.

Saet 14:30'î, hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehate tespîtkirin.

Saet 04:15'an, li dijî Qereqola Şovê ya li bajarokê Bajêrganê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derb li kûleyeke dijmin hate xistin û hate rûxandin. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me saet 15:00 li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de ku derbên giran li stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin, 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê û ji ber vê yekê şewat bi daristanê ket."

JI BER BOMBERDÛMANÊ GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Di daxuyaniyê de der barê gerîlayê jiyana xwe ji dest da hate gotin, "28'ê Gulanê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Şêxzade ya herêma Xakurkê barandin. Ji ber bomberdûmanê hevrêyê me Rêbaz Mahabat (Reşît Hasan Nejad) şehîd bû."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Rêbaz Mahabad

Nav paşnav: Reşît Hasan Nejad

Cihê jidayikbûnê: Mahabad

Dayik-Bav: Helîm-Cafer

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Gulana 2019 / Xakurkê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê têkoşîna wî agahî da û sersaxî xwest. HPG’ê diyar kir, "Hevrêyê me Baz di sala 1988’an de li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û di sala 2015’an de tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûye. Rêhevalê me Rêbaz serî li zilma dijmin rakiriye û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Rêbaz ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, bi awayekî fedakar têkoşiyaye. Rêheval Rêbaz di pêngava berxwedanê de derbên giran li dijmin daye û heta kêlîka dawîn ji bo hebûna gelê Kurd û parastina azadiya wê tevgeriyaye. Di serî de malbata rêheval Rêbaz em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û em soza bilindkirina alaya têkoşîna wî dubare dikin."

LI XAKURKÊ HERÎ KÊM 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de her wiha nûçeyên medya Tirk ên li ser operasyona dagirkeriyê hatin derewandin û hate gotin, "Dagirkerên ku li bin guhê berxwedana xurt a gerîla ketin, ji bo windahiyên xwe veşêre, îdîa kir ku gelek gerîla şehîd bûne, bi vî rengî hewl da têkçûna xwe veşêre û bi qareqara serketinên sexte raya giştî bixapînin. Ji dema destpêkirina operasyonê û heta niha ji bilî hevrêyê me Rêbaz gerîla ti windahî nedaye. Tenê li herêma Xakurkê bi qasî hatiye tespîtkirin 9 leşkerên dijmin hatine kuştin. Bila gelê Kurdistanê yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk zanibe ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li gorî wezîfe û mîsyona xwe li dijî her êrîşê bi dil û can li ber xwe didin û êrîşên dagirkeriyê yên mêtingeran têk dibin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi hêza ji şehîdên me yên leheng, îdeolojiya jiyana azad a Rêberê me û gelê me werdigirin, wê ji niha û pê ve jî li dijî her pêla êrîşan mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bînin."