HPG: Dagirkeran li Dersimê bax û baxçe texrîb kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên artêşa Tirk a li Dersimê dest bi operasyonekê kiribûn, bax û baxçe texrîb kirin û deverên daristan jî şewitandin.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir: “3’yê Tebaxê artêşa TC’ê a dagirker li devera Nênikan a Dersimê dest bi operasyonekê kiriye. Artêşa TC’ê ya di şeva heman rojê de bi balafirên şer dever bombe kirin, bi helîkopterên Skorsky jî leşker danî deverê. 4’ê Tebaxê di saetên nîvroyê de operasyona ku dom dikir, bê ku encamek bigire vekişiyaye. Dagirkeran tevahiya operasyonê bax û baxçeyên herêmê texrîb kirin û daristan şewitandin.

Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dike. Di vê çarçoveyê de;

11’ê Tebaxê balafirên şer di saetên nîvroyê de devera Korojaro ya Herêma Zapê bombe kir.

13’ê Tebaxê balafirên şer saet 12:30’î devera Girê Sor a Herêma Avaşîn û saet 21:30’î jî devera Aris-Faris bombe kirin

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hevalên me nehatine.”