HPG: Bi seknekî bibiryardar wê zextên dewletê bên valaderxistin

HPG: Eger ku dibêjin dewleta AKP’ê pir bi hêz e, tank û balafirên wî hene, ji ber çi hewl dide ku gelê me li gel xwe beşdarî operasyonan bike. Divê gelê me vê bibêje; ‘Madem hûn bi hêz in, wê demê bi xwe her in operasyonan pêk bînin.’

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîş û pêkûtiyên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd daxuyaniyek nivîskî da û ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk a mêtinger li temamî Kurdistanê pêkutiyê li gelê me yê welatparêz dike û li ser wan gilîkirina gerîlayan û şerê li dijî gerîlayan ferz dike. Di vî warî de dixwaze Kurdan bi destê Kurdan qir bike. Mînaka vêya ya herî balkêş jî pêkutiya li ser Gundê Osyanê û gundiyê wê ye.

Rayedarên faşîst ên Dewleta Tirk ji gundiyên Osyanê û malmezinên wê re dibêjin; “An di operasyonan de hûn pêşengtiyê ji me re bikin yan jî em ê we têxin girtîgehan” û van gotinan dixwazin çavê gel bitirsînin.

Herêma ku dixwazin bikin cerdevan jî wekî her carê ji bo şeref û rûmeta xwe neketiye hav hewldanên dijminatiyê.

Dewleta AKP’ê dibêje ‘Tank û balefirên me yên xurt hene’ nexwe çima dixwaze gelê me beşdarî operasyonan bibe? Divê gelê me vî tiştî bibêje; ‘Heke hûn xurt in, nexwe çima hûn naçin operasyonan nakin?’

Sedema pêkutiya Dewleta Tirkiyeyê ya li ser gundiyên Osyanê ya Berwarî ya bi Sêrtê tê wateya ku operasyonên wan nagihêjin encama xwe. Ev pêkutî, îşkence û tehdîda li gundiyan tê kirin, wê bi helwesta me û gel pûç bibe.”