HPG: Artêşa Tirk li Xeregolê têk çû

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê, ragihand ku artêşa Tirk a li herêma Xeregol a li Çelê têk çûne. HPG’ê diyar kir ku balafireke ya keşfê ya bi tîpa Drone jî xistine.

Di daxuyaniya HPG’ê de hate diyarkirin ku 10 leşkerên Tirk hatine kuştin. Hejmara leşkerên ku di şerê saetên danê sibê ve qewimî de jî gihiştiye 29’an.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

Hêzên artêşa Tirk a dagirker îro li herêma Xeregol a girêdayî navçeya Çelê ya Colemrêgê dest bi operasyoneke ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê bike. Di saet 11:10’an de hêzên me, yekîneyên operasyonê yên ku ji devera Şelalê ber bi Girê Xeregol ve diçûn kirin hedef. Di encama lêxisitineke xurt de, ji vê yekîneyê 2 leşker hatin kuştin.

Dîsa li devera Şelalê hêzên me li yekîneyên dijimin dane. Di encama lêxistina xurt a ji du baskan ve ya li dijî du yekîneyên operasyonê de 10 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne. Her wiha cenzeyê hinek leşkeran jî ketiye destê hêzên me. Di dema şer de balafira keşfê ya bi tîpa Drone ji aliyê hêzên me ve hatiye xistin.

Hêzên dagirker piştî derbên giran xwarin bi top, hewan û obusan qad ketober bombe kirin. Her wiha balafirên şer jî saet derdorî 11:30-14:30’an Girê Xeregolê bombe kirin. Di operasyona tevgera hewayî dewam dike de, di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şer diqewimin.

Daxuyaniya HPG’ê ya danê nîvro têkildarî mijarê:

https://anfkurdi.com/kurdistan/hpg-derben-giran-li-hezen-dagirker-hatin-xistin-87435