HPG: Derbên giran li hêzên dagirker hatin xistin

HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Çelê, Barzan, Gever û Dersimê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku wan derbên giran li artêşa Tirk xistine ya ku dixwest têkeve Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku li Qada Xeregolê ya Çelê bi giştî  19 leşker hatine kuştin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

19 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 16’ê Cotmehê de saet di 00.10’an de li dijî qada Xeregol a Çelê ya bi ser Colemêrgê operasyonek daye destpêkirin. Di vê operasyonê de ya ku dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker saet di navbera 00.10 û 04.00’an de bi balefirên şer, obus û hawanan li qadê daye. Saet di 04.00’an de dema ku xwe ji helîkopteran bera Girê 82’yan dane, hêzên me li helîkopterê dane û helîkopterê xwe vekişandiye. Li vê derê 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Di heman saetan de leşkerên dijmin xwestine têkevin Girê Xeregolê û hêzên me li vê yekîneyê dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 17 leşker hatine kuştin.

Yekîneyeke din a dijmin a ku dixwest ji qada Şelalê têkeve qada Xeregolê bûne hedefa hêzên me. Li vê derê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di destê sibehê de hêzên me li dijî yekîneya operasyonê ya li qada Şelalê çalakiyên sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker piştî ku derbên giran xwar bi obusan li leşker û cenazeyên xwe daye. Hin cenazeyên leşkeran hê jî li qadê ne. Şerê li qadê hê jî didome.

Balafirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi şev qada Saca û Karker a herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

LI HERÊMA BARZANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 27’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li dijî herêma Barzanê ya di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de ye, operasyoneke dagirker dabû destpêkirin. Di 15’ê Cotmehê de hêzên me li Qada Adil Beg li Girê Koordîneyê li yekîneyeke dijmin daye. Li vê derê bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşker hatine kuştin.

Di heman rojê de saet di 22.30’an de hêzên dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine û heta destê sibehê bi çekên giran li qadê dane.

LI GEVERÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî artêşa Komar Tirkiyeyê ya dagirker çalakî li dar xistin.

14'ê Cotmehê saet di 12:30 de, hêzên me yên YJA Starê, li hemberî yekîneya dijmin a li girê Sîser ê ser bi navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke sûqîestê kirin. Di encamê de leşkerek hate kuştin.

15'ê Cotmehê saet di 16:30 de, hêzên me li yekîneyeke dijmin a li Qela Perixanê ya li herêma Oremarê ya li Geverê dan. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin û leşkerek hate kuştin.

LI DERSIMÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

14'ê Cotmehê, li girê Şahîn ê li navenda Dersimê, hêzên me dor li yekîneyeke veşartî ya artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker girtin. Saet di 15:10 de jî hêzên me li vê yekîneya dijmin xistin. Di encamê de leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê, hêza dagirker bi helîkoptera bi tîpa Skorsky cenazeyê leşkerê xwe rakir.”