HPG: Artêşa Tirk di Newrozê de jî êrîşên xwe domand

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di Newrozê de jî bombebaranên li ser çiyayên Kurdistanê bê navber domand. Qadên gerîla 712 caran ji hewayî û bejahî, hatin bombebarankirin.

DAXUYANIYA HPG’Ê

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê got, “Em gelê xwe yê welatparêz ê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo qadên Newrozê dagirtin û bi coşeke mezin Newroz pîroz kir, bi hezkirin û rêzdarî silav dikin. Em ê bi hêz û morala ku me ji gelê xwe wergirtî, têkoşîna xwe hîn xurttir bidomînin. Rêveberên dewleta Tirk qaşo diyar kirin ku ew Newrozê weke cejna biharê û xwişk-biratiyê pîroz dikin. Lê artêşa Tirk a dagirker di rojên Newrozê de bê navber bombebaranên li ser çiyayên Kurdistanê domand. Bê guman di van êrîşan de hêzên me yên gerîla hemû tedbîrên xwe bi rengekî bi bandor girtin û ti zirar negihişte hêzên me. Lê belê dewleta Tirk a dagirker a ku îdîa dikir ku ew biharê pîroz dikin, 712 caran ji hewayî û bejahî bombe barandin û zirar daye xwezaya bedew.”

HPG’ê têkildarî hûrgûliyên êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker, li dijî hêzên gerîla pêk anîne ev agahî parve kirin:

“Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;

20, 21 û 22’yê Adarê Qadên Berxwedanê Lolan û Goşînê yên herêma Xakurkê 2 caran, qadên Dêreşê û Siyanê yên herêma Garê 5 caran, Qada Berxwedanê ya Bêşîlî ya herêma Metînayê 3 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 4 caran; bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;

20 û 21’ê Adarê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Lolan û Berê Zînê yên herêma Xakurkê 85 caran, qadên Dêreşê, Girgaşê, Sipîndarê, Mijê, Girê Kun, Zêvkê, Girê Reşîd, Girê Zengil, Deşta Kafya, Heftebax ên herêma Garê 380 caran, Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Şêlazê û Serê Metîna yên herêma Metînayê 89 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 144 caran; bi giştî 698 caran bi çekên giran, top û obusan hatine bombebarankirin.”