HPG: Artêşa Tirk a dagirker ku şikestî ji Garê vekişiya

HPG'ê diyar kir artêşa Tirk ku êrîşa dagirker anî ser Garê şikestineke giran xwariye û vekişiyaye. HPG'ê got,''Xwedêgiravî yekîneyên herî bijarte yên artêşa Tirk derbeke giran xwarine û artêşa dagirker hatiye şikandin.''


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî êrîşên dagirker ên li ser Garê û berxwedana gerîla dauyaniyeke niviskî da.

HPG'ê di daxuyaniyê de ev agahî dan:

''Têkilî êrîşa dagirker a li ser Garê û di berxwedana hêzên me yên gerîlayan de agahiyên têkilî rûdanên 13 û 14'ê Sibatê wiha ne;

13'ê Sibatê saet 06:30'an mintiqeya Pira Zer a qada Meyrokê bi balafira keşfê hatiye bombekirin.

13'ê Sibatê saet ji 09:30'an heta bi 10:30'an balafirên şer qada Siyanê bi kêmanî 5 caran bombe kirine.

13'ê Sibatê saet 15:40'î heta bi 22:45'î qada Bergarê tim bi balafirên şer hatiye bombekirin.

13'ê Sibatê saet 15:40'î li têketa deriyê kampa qada Siyanê dengê guleyan hatiye, piştî van dengan ev der bi balafirên şer hatiye bombekirin.

13'ê Sibatê saet 18:30'an mintiqeya Qada Navîn bi balafirên şer hatiye bombekirin.

13'ê Sibatê saet 18.30'an qada Siyanê 6 caran bi helîkoptêrên Kobra hatiye bombekirin.

13'ê Sibatê saet 22:30'an pêşî 3 helîkoptêr, piştre 4, piştre 2 helîkoptêrên din ku dixwestin bikevin qada Garê ji hêla hêzên me ve bûne hedef û derbên serkeftî li wan hatine xistin. Di encama vê lêdanê de helîkoptêreke Kobra derb xwariye, helîkoptêrên din jî bêgav mane ku ji qadê dûr bikevin.

13'ê Sibatê saet 23:30'an û 14'ê Sibatê saet heta 01:00'ê derdora gundê Şikeftiya 5 caran hatiye bombekirin.

14'ê Sibatê saet 00:45'an heta bi 01:45'an Girê Şehîd Berxwedana bi balafirên keşfê 6 caran hatiye bombekirin.

14'ê Sibatê saet 01:00'an heta 06:20'an Girê Şehîd Baran bi balafirên şer 6 caran hatiye bombekirin.

Van 24 saetên dawî bi qasî ku hatiye tespîtkirin herêma Garê bi balafirên şer û keşfê 46 caran hatiye bombekirin.

HÊZÊN BEREVANIYA EZMANÎ YÊN ŞEHÎD DELAL DU ÇALAKÎ KIRIN

13'ê Sibatê saet 15:30'an Hêzên me yên Berevaniya Ezmanî yên Şehîd Delal li qada Siyana li dijî dagirkeran bi amûrên hewayî du çalakiyên cuda kirine. Di van çalakian de hedefên ku hatine diyarkirin bi rengekî serkeftî derb li wan ketine.

Êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Garê li rasta berxwedana karîger a hêzên me hatiye û plana dagirkirinê ji gava pêşî ve bêencam maye. Xwedêgiravî yekîneyên herî bijarte ên artêşa Tirk derbên giran xwarine û artêşa dagirker hatiye şikandin. Arteşa Tirk ku şikestî û têkçûna giran xwarî bi rengekî ku xwîna welatiyên wê di dest geriyayî bêgav maye ku ji Garê vekişe.

Çar rojan agahiyên berfireh ên berxwedana gerîla ya li Garê bi qasî ku hate zelalkirin wê bi raya giştî re were parvekirin.''

HPG'ê ragihand 13'ê Sibatê saet 21:15'an qada Qertel a herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.