HPG: Şehîdên Zapê lehengên bi rûmet ên gelê me ne

HPG'ê soza dilsoziya bi bîranîna şehîdên sala 2017'an ên Zapê dubare kir û got, "Hevrêyên me Cûdî, Serxwebûn, Ernesto û Rênas lehengên bijarte û bi rûmet ên gelê me ne."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Zapê şehîd bûn ev agahî da:

"Sala 2017'an di êrişên giran ên dewleta Tirk a dagirker de ku di şexsê partiya me PKK'ê de dixwaze gelê Kurd ji holê rake, li herêma Zapê hevrêyên me Cûdî, Serxwebûn, Ernesto û Rênas şehîd bûn. Em hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi bîranînên wan re dilsoz bin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Cûdî Botan
Nav paşnav: Nîmet Bozkûrt
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Leyla-Omer
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Sibata 2017 / Zap

Nasnav: Serxwebûn Gabar
Nav paşnav: Bêwar Mesût
Cihê jidayikbûnê: Zaxo
Dayik-Bav: Xatin-Mesût
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Sibata 2017 / Zap

Nasnav: Ernesto Besta
Nav paşnav: Îbrahîm Kulter
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Kevser-Ethem
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Nîsana 2017 / Zap

Nasnav: Rênas Navdar
Nav paşnav: Osman Sevmîş
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Adîle-Alaattîn
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Nîsana 2017 / Zap

CÛDÎ BOTAN

Hevrêyê me Cûdî li Şirnex a welatparêz ji dayik bû, ku bi kevneşopiya xwe ya berxwedan û serhildanê li dijî dagirkeran ti carî ji xeta berxwedanê tawîz nedaye. Ji zarokatiya xwe ve şahidî ji çanda berxwedanê re kir û zilma ku dewleta Tirk a mêtinger li gelê me dike bi xwe dît. Gerîlayên garantiya azadiyê ya gelê me ku cara destpêkê li Botanê dît, qet ji bîr nekir û bêsebir li benda roja tevlîbûna li nava refên gerîla sekinî. Sala 2014'an li Botanê beşdarî nava refên gerîla bû û bi vî rengî xewn û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî, piştî ku demekê li xaka lê ji dayik bû gerîlatî kir, derbasî qada Heftanînê bû. Hevrêyê me ku xwe da têkoşînê, di temenê ciwantiyê de ji bo xewn û xeyalên azadiyê yên gelê me pêk bîne, bê sekin xebitî û her kêliya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir. Bi enerjiya xwe ya ciwantiyê pêşengî ji jiyanê re kir û bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me ti carî tawîz ji sekna xwe ya jiyana şoreşgerî neda, bi tevlîbûna xwe ya samîmî û kedkar ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Cûdî ku li gel temenê xwe yê ciwan jî xwedî danheviyeke kûr a îdeolojîk bû, her tim hewl da vê danheviya xwe zêde bike û bi hevrêyên xwe re parve bike. Hevrêyê me Cûdî ku tevlî nava lehengên me yên nemir bû, di têkoşîna me ya serketinê de wê timî pêşiya me ronî bike.

SERXWEBÛN GABAR

Hevrêyê me Serxwebûn li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû û lê mezin bû. Hevrêyê me li nava malbateke berxwedêr û dilsozê kevneşopiya welatparêziyê mezin bû, her tim dilsozê nirxên Kurdistanî bû û êşên giran ên gelê me ji nêz ve dît. Hevrêyê me li dijî mêtingeriyê xwedî hêrseke bêdawî bû, ji bo xaka pîroz a Kurdistanê ji dagirkeran paqij bike û bi nasnameya azad a gelê me karibe bijî, pêwîstiya bi têkoşîna gerîla di temenê ciwantiyê de dît. Li ser bingeha banga Rêberê me ya ji bo mezinkirina gerîla, hevrêyê me Serxwebûn sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Perwerdeya şervanên nû bi rengekî serketî qedand û li Garê û Zapê gerîlatî kir, di demeke kurt de bû gerîlayekî xwedî tecrûbe. Hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe zû bi pêş xist û esasên gerîlatiya serdema nû bi rengekî serketî xiste meriyetê. Hevrêyê me bi kesayetiya xwe ya kedkar wezîfeyên şoreşê çi biçûk çi jî mezin bi serketî bi cih anî û bû nûnerê xeta milîtaniya xurt. Hevrêyê me Serxwebûn ku pîroziya jiyan û hevrêtiya PKK'ê zanî bû û bêdawî hurmet dida hevrêyên xwe, xwe bi pêş xist û hewl da derdora xwe jî bi pêş bixîne. Hevrêyê me Serxwebûn mîna şehîdên me hemûyan wê bi nirxên afirandî di têkoşîna me de her tim rêya me ronî bike.

ERNESTO BESTA

Hevrêyê me Ernesto li Şirnexê ji dayik bû û li nava malbateke dilsozê nirxên welatparêziyê mezin bû ku gelek ji malbatê tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Ji ber welatparêziya malbatê û derdorê, têkoşîn zû nas kir. Hevrêyê me Ernesto li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker û mêtinger ên li dijî gelê me bi taybetî jî li dijî ciwanên me bêdeng nema û tevlî nava karên ciwanan bû, hewl da ciwanên Kurd ji polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a mêtinger biparêze. Hevrêyê me, ji ber karê ku dikir ji aliyê dagirkeran ve hate girtin û demekê li zindanên dewleta Tirk a mêtinger hate hiştin. Hevrêyê me Ernesto ji biryardariya xwe ya têkoşînê tawîz neda û piştî pêvajoya zindanê weke bersiva li dagirkeran di sala 2013'an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrêyê me, perwerdeya şervanên nû bi rengekî serketî qedand, derbasî herêma Zapê bû û heta şehîd bikeve li vê qadê pratîkeke serketî meşand. Di demeke kurt de bû xwedî tecrûbe û li nava jiyanê û şer her tim li pêş bû. Hevrêyê me Ernesto di xeta fermandariya serdema nû de meşiya û li cihê ku lê ma bû nûnerê xeta Partiyê. Hevrêyê me Ernesto ku milîtanê leheng ê Felsefeya Rêber Apo bû, wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn.

RÊNAS NAVDAR

Hevrêyê me Rênas li Geverê ji dayik bû ku vê herêmê bi dehan lehengên dilxwazên azadiyê ji nava xwe afirandiye û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi xurtî meşandiye. Hevrêyê me Rênas li nava malbateke welatparêz mezin bû û ji zarokatiyê ve partiya me PKK nas kir û bû heyranê gerîla. Di nava jiyanê de ti carî jirêzêbûn qebûl nekir û her tim serketin ji xwe re kir esas. Ji bo bersivê bide pirsgirêkên gelê me her tim xwe berpirsyar dî tû ev yek di têkoşîna xwe de jî nîşan da. Bi ciwantiya xwe re tevlî gelek karî bû, ji xwe re kir wezîfe ku timî di nava têkoşîna şoreşgerî de be. Bi taybetî dema diçû zanîngehê bi lêkolîn û xwendinên xwe şert û mercên qirkirinê yên li ser gelê me têne ferz kirin baştir fêhm kir û gihîşt wê baweriyê ku divê têkoşîn bi rêbazeke tûj bê meşandin. Êrişên dewleta Tirk a mêtinger ên bi xwe û bi destê çeteyan li dijî gelê me yê li Şengalê û destketiyên Rojavayê Kurdistanê dihat kirin, her wiha komkujiyên li gelek herêmên Kurdistanê yên di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de kir ku hevrêyê me Rênas hîn bi biryardarî tevlî nava têkoşînê bibe û sala 2015'an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Rênas piştî ku tevlî nava refên gerîla bû bi zîrekiya xwe zû hînî jiyana li çiyê û gerîla bû û xwe timî bi pêş xist. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi gerîlatiyeke profesyonel û şareza faşîzm dikare bê têkbirin û gelê me azad bibe. Ji bo vê jî hewl da ku pîvanên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk di kesayetiya xwe de bi cih bike. Ji aliyê leşkerî ve perwerdeyên pisporiyê wergirt û bi agahiyên ji van perwerdeyan bi des xistî bi rengekî serketî xiste pratîkê. Di şer û jiyanê de timî li pêş bû. Hevrêyê me Rênas bû fermandarekî gerîla yê mînak. Li qada Şengalê di şerê azadiyê yê gelê me Êzidî yê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de li kêleka gelê me cih girt û bi rengekî çalak beşdarî gelek çalakiyan bûn. Piştî ku wezîfeya xwe ya li Şengalê temam kir, ji nû ve vegeriya çiyayên Kurdistanê qada azadiyê û demeke dirêj li Zapê kar. Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, her tim li refên herî pêş têkoşiya. Hevrêyê me Rênas li gel nasnameya xwe ya şervaniyê her wiha bi jidilbûn, durustî û dilnizimiya xwe her tim bû hevrêyekî li pêş.

Hevrêyên me Cûdî, Serxwebûn, Ernesto û Rênas, armanca wan a herî mezin afirandina jiyan û welatekî azad ji bo gelê me bû û ji bo vê jî bi kêliyekê jî dudil nebûn, bi vî rengî bûn lehengên bijarte û herî bi rûmet ên gelê me. Di serî de malbatên hêja yên ku lehengên bi vî rengî dan gelê me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."