HPG: Şehîdên pêşeng ên fedaî yên artêşa jinê ne

HPG'ê endama Fermandariya Eyaleta Zapê Melsa Mûş û gerîla Govend Nûda bi bîr anî û got, "Em pêşengên xwe yên fedaî hevrê Melsa, Govend û Nûda bi rêzdarî bi bîr tînin ku li Zapê bûn sembola artêşbûna me ya jinê."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Zapê şehîd bûn ev agahî da:

"Ji fermandarên me yên mezin ên artêşa me ya jinê endama Fermandariya Eyaleta Zapê fermandara me Melsa Mûş û hevrêyên me Govend û Nûda sala 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Di şexsê van hevrêyên xwe yên leheng de ku fermandarên pêşeng ên doza me ya azadiyê, milîtanên fedaî yên PAJK'ê û nûnerên herî rasteqîn ên tevgera jinê ya azad in, em hemû şehîdên şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînin. Hevrêyên me Melsa, Govend û Nûda ji roja destpêkê ya ku tevlî nava tevgera azadiyê bûn û heta nefesa dawî, enerjiya xwe bi eşq û hewldaneke mezin, ji bo azadiya gelê me, gelên bindest û neteweya jinê ya bindest, nîşan dan. Ji bo vê jî di nava şert û mercên herî giran de, di demên herî bêeman û bêderfetiyê de, bi îdeolojiya Apoyî xwe kirin çavkaniya hêz, çare, hêvî û azadiyê. Bêteredût ji çeperan beziyan çeperan, wezîfeyên xwe bi cih anîn, qet ranewetiyan, bi wêrekî şer kirin û nirxên herî bedew bi hevrêtiyên pîroz afirandin. Weke milîtan û fermandarên YJA Starê yên pêşeng, ji bo Stratejiya me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rengê herî rast bi cih bînin, li Zapê pêşengî ji gerîlatiya serdema nû re kirin, ji bo vê jî bêeman ked dan, baweriya xwe bi gerîlatiya serketinê anîn û bêfikar xistin meriyetê. Ji bo vê jî xwe ti carî ji fedakariyê nedan alî, canê xwe danîn holê bi vî rengî şer kirin, nirxên mezin dan doza azadiyê û bûn pêşengên fedaî yên artêşbûna me ya jinê ku li Zapê bûn sembol. Em hevrêyên xwe Melsa, Govend û Nûda di salvegera şehadeta wan de bi rêz û minet bi bîr tînin. Em soz didin ku bi misogerkirina azadiya jinê em ê tola herî mezin ji zîhniyeta mêr ê serwer a desthilatdarîperest û netewe-dewleta wê ya faşîst hilînin, armancên wan teqez bi ser bixînin. Bi van hestan em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Melsa Mûş
Nav paşnav: Dîlek Ozer
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Melîke-Rahmî
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Govend Zagros
Nav paşnav: Gulluşah Polat
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Fatma-Necat
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Nûda Wan Goyî
Nav paşnav: Razan Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hîkmet-Alî
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

MELSA MÛŞ

Hevrêya me Melsa li nava malbateke welatparêz a ji herêma Serhedê ya berxwedêr ji dayik bû. Hevrêya me Melsa ku ji zarokatiyê ve bi nirxên welatparêziyê mezin bû, ti nêzîkatiyên feodal ên li ser dihate ferzkirin qebûl nekir û taybetmendiyên lêgerîner û şerker hîn di zarokatiyê de kesayetiya wê diyar kir. Ji ber van taybetmendiyên xwe, li dijî kiryarên qirkirinê serî hilda. Hevrêya me Melsa ku di zarokatiyê de partiya me PKK nas kir, ji ber ku ji malbata wê tevlîbûn li nava refên gerîla hebû û hin jê şehîd ketibûn, her roj hîn bêhtir bala wê diçû ser gerîla û partiya me. Ji ber vê yekê di her kêliya jiyana xwe de kete nava wê lêgerînê ku beşdarî nava refên têkoşînê bibe. Di encama van lêgerînên xwe de sala 1999'an mîna gelek ciwanên Kurd ên ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê me û îmhakirina gelê Kurd qebûl nekir, beşdarî nava refên partiyê bû.

Tevî ku di nava pêvajoya zehmet a komployê de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, di demeke kurt de bi keda xwe, bi asta tevlîbûna li xeta partiyê, bû hevrêyek ku mal kişand ser xwe. Di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû, bû xwedî huner û tecrûbeya leşkerî. Bi rêbaza xwe ya tevlîbûnê cudahiya xwe nîşan da, bû yek ji wan hevalan ku di nava hevrêyên xwe de bal kişand. Hevrêya me Melsa ku li ber dîlgirtina Rêberê me rabû û bi vî rengî tevlî nava refên partiyê bû, piştî tevlî bû rastiya Rêbertî hîn bi kûrahî fêhm kir û ji bo bersivê bide komployê, tevlîbûna xwe xurtir kir. Xurtbûna lêgerînên xwe yên azadiyê jî ev rewş hîn bi hêz kir. Hevrêya me Melsa ku xwedî karaktereke welê bû ku timî dipirsî, bûyer bi her awayî dinirxand û dixwest fêhm bike, bi van taybetmendiyên xwe Îdeolojiya Rizgariya Jinê ne tenê bi zanebûn her wiha bi ruhî jî pejirand. Ji bo xwe tevlî analîzên Rêbertî yên têkildarî jinê bike, xwe, rastiya qada ji nav hatî, rastiya sîstemê, têkiliya rola li jinê tê ferzkirin ya bi koletiyê û hînbûna rêveçûna dîrokî ya vê yekê bû sedema tevlîbûna wê. Bi vî rengî bi têkiliyeke gelekî xurt bi tevgera azadiyê ve hate girêdan. Di demeke kurt de bû xwedî tecrûbeya leşkerî û pratîkî û dema ku ev tecrûbe bi taybetmendiyên wê re bû yek, hingî hevrêya me Melsa bû namzeteke fermandariyê, hevrêyeke têkoşer û şervaneke ku timî bal li ser bû. Ev rêya ku danî ber xwe, kir rêgeha jiyana xwe û di her gavê de asteke nû tevlî van taybetmendiyên xwe kir. Sekan şoreşgerî ya ku tê wateya edalet, wekhevî û şervaniya mafdariyê, weke felsefeyeke jiyanê pejirand û timî bi vî rengî jiya.

Sekneke bi vî rengî ya têkoşînê destpêkê li keleha welatparêziyê li Botanê, piştre jî li gelek deverên Kurdistanê li lûteyên herî bilind neqişand, ji her parçeyî renk û wateyeke cuda bi dest xist û meşa xwe xurt kir. Hevrêya me Melsa timî xwest ku di vê têkoşînê de li pêş be, li cihên herî zehmet be, beriya hevrêyên xwe bikeve bin barê zor û zehmet. Di nava atmosfera pevçûn û nakokiyê de ya piştî komployê rû da, weke şopdara xeta Rêbertî li ber her cûre tasfiyekariyê rabû û bi tevlîbûna li nava karên Hêzên Taybet bersiv da hêzên komploger. Piştî pêvajoya vekişînê li Botanê ku gerîla ji nû ve lê bi cih bû, bi zor û zehmetiyên gavên destpêkê re rû bi rû ma. Li her qada bicihbûnê bi mîsyoneke girîng wezîfe kir û gelek wezîfeyên ku kes nikarîbû heq jê derkeve bi rengekî serketî bi cih anî. Naskirina gelek qadan ji bo fermandarekê hem hunera leşkerî hem jî rêbaza taktîkî bi pêş ve dibir. Di heman demê de naskirina astên cuda yên civakî yên cografyayê, kir ku mirovan baştir nas bike, rastiya Kurdan bi her awayî bibîne, tengaviya ku jinên Kurd di nav de ye bi kûrahî hîs bike. Vê dewlemendiyê bandor li sekna fermandariyê ya hevrêya me Melsa kir; ew kir fermandareke çalak, wêrek û hosta ku ji pîvanên azadiya jinê tawîz nade, êrîşên dijmin ên qirkirinê li her qadê pûç dike. Bi vî rengî xwe kir fermandareke şareza ku artêşbûna jinê ya di şexsê YJA Starê de şênber bûye bi zanebûn bijî, bi têgihiştî tevlî bibe û di gerîlatiyê de xwe bi pêş ve bibe. Hevrêya me Melsa bi van taybetmendiyên xwe li ser bingeha stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe gihand pêvajoya jinûve avabûnê ay gerîla, li hemberî sekna fermandariya klasîk di kesayetiya xwe û derdora xwe de têkoşîneke xurt meşand, hemû esasên xwe bi pîvanên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk xemiland. Jîrbûna wê, ruhê wê yê pêngavî û nûbûyî, kir ku di dema herî lez de taktîka dema nû bipejirîne û bibe yek ji wan fermandaran ku vê taktîkê bi rengê herî xurt bi cih bîne. Di vê pêvajoyê de ku ji aliyê artêşbûna jinê ve serdemeke nû îfade dike, weke fermandareke jin wezîfeyên xwe yên pêşengiyê bi cih anî, li hemberî hemû meylên gerîlatiya klasîk û sekna fermandariya klasîk têkoşiya. Li her qada ku hevrêya me Melsa lê bû, hevrêyên wê hêz ji sekna wê wegirtin, moral jê standin û her tim bi wêrekî xwe dida pêş.

Hevrêya me Melsa xwedî roleke çalak bû ku artêşbûna me ya jinê li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe ji nû ve ava bike û bigihêjîne vê astê. Hevrêya me Melsa li hemberî êrîşên dijmin ên sala 2020'î zêde bûn û gefên dagirkeriyê, careke din berê xwe da qadên şer û ji bo derbasî Zagrosan bibe israr kir. Tecrûbe û danheviyên xwe li Zapê xiste xizmeta hevrêyên xwe ku li vî warê lehengan dijmin kete sendromê. Wezîfeya fermandariya Eyaletê ya YJA Starê bi fedakariyeke mezin, bi tevlîbûn û biryardariyeke xurt dewam kir. Hevrêya me Melsa sala 2021'ê li dijî operasyonên dijmin, ji bo xurtikrina pêvajoya pêngava şoreşgerî derbasî qada Ertûşê bû, lê dema ji wezîfeyê vedigeriya tevî hevrêyên xwe Govend û Nûda şehîd bû. hevrêya me Melsa ku bi ked û tevlîbûna xwe ya bi fedakarî, bi sekna xwe ya xurt û hêza xwe ya îdeolojîk nirxên mezin tevlî artêşbûna jinê kir, bi sekna xwe wê timî rê nîşanî têkoşîna me bide, rêya me ronî bike û bibe hinceta têkoşînê ji bo hilanîna tola wan. Lewma em ji fermandara xwe ya pêşeng re dibêjin: 'Fermandara me ya leheng a dilmezin, me te spart dilê xwe, armancên te wê di azadiya fîzîkî ya Rêbertî de şênber bibe û em ê teqez bi ser bixînin'.

GOVEND ZAGROS

Ji ewladên leheng ên Botanê hevrêya me Govend li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku ji malbat û derdora wê tevlîbûn li nava refên gerîla hebû, her wiha şehadet hebû, hîn di zarokatiyê de bala xwe çû ser têkoşîna me ya azadiyê. Bi destanên lehengiyê yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û şehîdên me yên leheng, mezin bû. Ji ber vê yekê jî tevlîbûna li nava refên gerîla ji bo xwe kir armanca herî mezin û hêja. Di temenê ciwantiyê de li derdora xwe dest bi lêpirsîna li jiyanê kir, roj bi roj bi nakokiyan mezin bû. Bi taybetî li hemberî zexta mêtingerî û qirkeriyê ya li ser gelê me tê ferzkirin bi hêrs bû, li ser sedemên vê yekê kûr bû. Di vê kûrbûnê de rastiya dijmin nas kir, hewl da ku komkujî, zext û zilma ku dijmin li gelê me dike hîn baştir fêhm bike. Ev rewş bû sedem ku hêrseke mezin li gel hevrêya me Govend çêbibe. Her wiha zû pê hesiya ku dijmin hewl dide b rêbazên şerê taybet ciwanên Kurd ji têkoşînê qut bike, li hemberî van polîtîkayên dijmin hewl da ku ciwanaên li derdora xwe zane bike. Bi vî rengî beriya ku tevlî nava refên partiyê bibe, bi mîsyona pêşengiyê rabû. Li gel vê yekê nêzîkatiyên kevneşop ên li nava civakê li jinan tên ferzkirin û rola ku jê re tê dayin di demeke kurt de hîn bû, anî ziman ku ew ê cihê xwe di nava çerxeke bi vî rengî ya koletiyê de negire. Li hemberî zext û êrîşên dijmin, refên gerîla weke yekane cihê têkoşîna li dijî koletiyê dît û gelek caran hewl da tevlî nava refên grîla bibe. Hevrêya me Govend tevî ku gelek caran nekarî hewldana xwe ya tevlîbûnê bi ser bixîne, bi daxwaz û biryardariyeke mezin di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Govend ku bi taybetmendiyên xwe yên bi meraq, kelecanî zû hînî şert û mercên gerîla bû, bi bandora heybeta Zagrosan navê xwe kir Govend û her tim xwest xwe bigihîne vê lûtkeyê, mîna wan jiyanê bimeşîne, bibe yek ji starên vê diyarê û bi vî rengî tevlî nava têkoşînê bû. Li şûna ku ji rêzê be û mîna her kesî tevlî bibe hevrêya me Govend xwest ku timî li refên herî pêş be û ji bo vê jî hewl da her tiştî zû hîn bibe. Di demeke kurt de bû milîtaneke YJA Starê ya şareza ku li vê qada pîroz di felsefeya Rêbertî de xwe ji nû ve afirand. Hevrêya me Govend bi jîrbûna xwe û hêza xwe ya têgihiştinê ji aliyê profesyonelbûnê xwe bi pêş ve bir, her tim hewl da ku xwe bigihîne asteke hîn bilindtir. Ji xwe re kir armanca bingehîn ku di gerîlatiyê de şareza bibe, hîn bi xurtî li dijmin bixe û di vê nuqteyê de performanseke bilind nîşan bide. Ji bo vê armanca xwe bi rengekî fedaî pêk bîne sala 2016'an tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Piştî perwerdeya destpêkê ji bo hunera xwe ya nû li qada şer bi kar bîne careke din berê xwe da Zagrosan. Sala 2018'an li qada Zapê hate wezîfedarkirin. Hevrêya me Zapê hema hema li her eniyê pêş ên Zapê cih girt, destpêkê li qada Çiyareş ma, bi serketina di branşê de di demeke kurt de encama perwerdeyê nîşan da, ji vir derbasî qada Ertûşê bû, li vê qada ku hem navenda operasyonan e hem jî derfetên çalakiyan lê zêde ne, têkoşîneke xurt meşand. Di vê pêvajoyê de tevlî gelek çalakiyan bû, her wiha ji bo derbê li dijmin bixe, bi rengekî çalak tevlî her karî bû, her kar meşand. Sala 2020'î di operasyona li asta lokal de, her wiha sala 2021'ê di her cûre êrîşên dagirkeriyê de timî li eniyên pêş bû, li vê derê kar kir. Hevrêya me Govend hevrêyeke welê bû ku bi taybetmendiyên xwe yên lêgerîne li pêş bû, ji bo dîtina rastiyê ti carî xwe ji têkoşînê venegirt, ji xwe re kir esas ku xwe îqna bike, di rastiyan de israr kir, lê di heman demê de şaşitiyên xwe jî bi demê re didît û çareser dikir, hêza guhertinê di kesayetiya xwe de nîşan dida. Hevrêya me Govend di Şerê Gel ê Şoreşgerî de kar kir, xwe gihand asta profesyonelbûnê, di qonaxên zehmet ên pratîkê de gav bi gav bi pêş ve çû û îradeya ji pola di kesayetiya xwe de afirand. Bi asta ku xwe gihandê weke gerîlayeke YJA Starê bû ye ji kadroyên pêşeng ên asta nû ya artêşbûna jinê. Hevrêya me Govend bi daxwaza xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe wê rê nîşanî hevrêyên xwe bide. Afirandina jiyaneke azad a ku armanca wê bû, wê ji me re bibe wezîfeya herî mezin.

NÛDA WAN GOYÎ

Hevrêya me Nûda ji eşîra Goyî ya welatparêz a Şirnexê li Wanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê welatparêz bû û li navendeke mîna Wanê ya ji têkoşîna bi bandor mezin bû, hîn biçûkanî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Li qada ku lê dima şahidî ji zext û êşkenceya dijmin a li ser gelê me kir, bi vî rengî rastiya dijmin zû fêhm kir. Polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger ên ji bo qirkirina gelê me têgihişt; hem weke kesayeteke azad hem jî weke ferdeke civakê ji bo berpirsyarî û wezîfeyên xwe bi cih bîne, gihîşt wê baweriyê ku divê têbikoşe. Di sala 2015'an de ku ji bo dîroka me ya têkoşînê serdemeke girîng bû û êrîşên giran ên dijmin lê hatin kirin, hevrêya me Nûda tevlî nava refên gerîla bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Li dijî êrîşên li ser destketiyên gelê me û êrîşên bi destê çeteyên DAÎŞ'ê li hemberî xelkê me yê Êzidî hatin kirin, ji bo bersivê bide êrîşan di demeke kurt de ji aliyê gerîlatiyê ve xwe bi pêş ve bir û şareza bû. Di sala 2015'an de ji bo jin û xelkê me yê Êzidî li hemberî DAÎŞ'ê biparêze çû Şengalê. Dema ku li Şengalê bû bi rengekî çalak tevlî têkoşîna li dijî çeteyan bû, cihê xwe di gelek pêngav û çalakiyan de girt û wezîfeya xwe ya milîtaniyê bi serketî bi cih anî. Xwest ku tecrûbeyên xwe yên di şer de li ser bingeha Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk li ser çarçoveyeke hîn zanistî bide rûniştandin û bi vê armancê tevlî perwerdeya çekên giran bû. Di pêvajoya perwerdeyê de xwe ji aliyê teknîkî û îdeolojîk ve xwe şareza kir û bû gerîlayeke YJA Starê ya profesyonel. Hevrêya me Nûda ku di vir de asteke girîng a tevlîbûnê nîşan da, bi asta xwe ya têgihiştinê û hêza bicihanînê derkete pêş û demeke dirêj li akademiyê bi erka fermandariyê rabû. Gelek heval perwerde kir, hewldan û tevkariyeke girîng li profesyonelbûn û nûbûna gerîla kir. Hevrêya me Nûda ev kar ne tenê li qadekê, li gelek qadên çiyayên Kurdistanê meşand, piştî demekê jî dema ku asta êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bû, bi daxwaza xwe careke din berê xwe da qada Zapê. Di sala 2019'an de li herêma Zapê fermandarî ji yekîneya çekên giran re kir, bi roleke çalak rabû û tevlî gelek çalakiyan bû. Asta xwe ya tecrûbe û danheviyê bi hevrêyên xwe re parve kir, weke fermandareke YJA Starê di rêbaz û taktîkê de pêşengî kir. Ji bo têkbirina êrîşên heyî, ji bo hîn bi xurtî tevlî berxwedana Rêbertî bibe, ji bo soza dilsoziya bi şehîdan re bi cih bîne, ji bo tola şehîdên me hilîne, ji bo asta profesyonelbûnê weke gerîlayeke jin bi xurtî temsîl bike timî kete nava lêgerînan. Hevrêya me Nûda her tim dixwest li refên pêş be. Bi kesayetiya xwe ya têkoşer û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin her tim dixwest li refên herî pêş şer bike, ji bo êrîşên dijmin ên sala 2021'ê yên li ser Zapê têk bibe û derseke dîrokî bide dijmin, di pêvajoya pêngavê de gihîşt asta şehadetê. Li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya mezin û armanc hişt ku divê teqez bi cih bêne anîn. Weke hevrêyên wê, ji bo dilsoziya bi bîranîna hevrêya me Nûda, ji bo serxistina armancên wê em ê hîn bêhtir têbikoşin û teqez serketinê misoger bikin.

Hevrêyên me Melsa, Govend û Nûda bi nrixên ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me afirandî wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi rengekî hêja bi cih anîn û bûn mînak ji tevahiya gelê me re. Bila serê malbatên me yên hêja û sax be, bi van ewladên xwe yên leheng re çiqasî serbilind be, hêja ye."