HPG: Êrîşên dagirkeran bê navber didome

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin.

Derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker de ev agahî hatin dayîn:

“Li herêma Zapê;

9’ê Nîsanê saet 11:30’î çeperên me yên berxwedanê yên Sîda rastî êrîşa artêşa Tirk a dagirker hatin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û şer çêbû.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe kiriye;

Di 9’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên Sîda bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 9 û 10’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Çemço û Sîda 16 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”