HPG: 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 6 kon hatin îmhakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 6 konên leşkerî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer ev agahî da:

"Di encama çalakiyên hêzên me de 8 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn û 6 konên leşkerî hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê bi dehan carî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan bi vî rengî ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

29'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran 6 caran li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyan de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û 6 kon hatin îmhakirin.

29'ê Mijdarê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

29'ê Mijdarê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

29'ê Mijdarê Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi dehan carî bi obus, tank û çekên giran hate bombekirin."