HPG: 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran Qadên Berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî û 4 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çalakiyên hêzên me de 8 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî û 4 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Di heman demê de 6 caran bi balafirên şer, 32 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

13'ê Mijdarê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

13'ê Mijdarê saet di 21:20'î û 22:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran 2 caran li dagirkeran xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

10'ê Mijdarê saet di 16:00 de li qada Şêxzadeyê tîmên me yên bi tevger bi sabotajê li dagirkeran xistin. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

13'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Karker çeperên şer ên Girê Şehîd Rêber 2 caran, li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê jî çeperên şer ên li Şehîd Botan carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

13'ê Mijdarê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 4 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

13'ê Mijdarê qada Dola Meranê ya Garê û Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

13'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Amediyê û Girê Cûdî 32 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

13'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Şehîd Adil, Girê Amediyê, Girê FM û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

ÊRÎŞÊN ÎRANÊ YÊN BI OBUS Û HAWANAN

14'ê Mijdarê li Xakurkê qada Girê Berbizinê yê Goşînê ji aliyê hêzên Îranê ve bi obus û hawanan hate bombekirin."