HPG: 7 dagirker hatin cezakirin, derb li çeperekê hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla di 30'ê Îlonê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine. Hate ragihandin ku herî kêm 7 dagirker hatine cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Di çalakiyên hêzên me de 7 dagirker hatin cezakirin, derb li çeperekê hate xistin. Artêşa dagirker jî bi bikaranîna çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî, bombe li çeperên şer barand û hewl da encamê werbigire. Li her devera ku dagirker ketin nava liv û tevgerê, derb li wan hate xistin."

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî hatin dayin.

"Li herêma Zapê;

1'ê Cotmehê saet di 03:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

1'ê Cotmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê dema ku dagirker li pêşiya çeperên şer ketin nava liv û tevgerê bi sabotajê li wan hate xistin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

30'ê Îlonê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. 2 dagirker hatin cezakirin.

30'ê Îlonê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

30'ê Îlonê saet di navbera 14:35 û 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin ku hewl didan xwe bigihînin çeperên şer. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de bi sabotajê 3 caran li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.

Li herêma Metînayê;

29'ê Îlonê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê li hemberî dagirkerên ku hewl didan lastîkê li ber çeperên şer bişewitînin, bi çekên ferdî çalakî hate kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî;

29'ê Îlonê saet di 09:00 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê yê herêma Metînayê, çeperên şer 3 caran bi gazên kîmyewî û carekê jî bi droneya bombebarkirî hatin bombekirin.

30'ê Îlonê saet di 08:35, 11:10, 11:15 û 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer 5 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

30'ê Îlonê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer 9 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

30'ê Îlonê derdora Çemê Zê carekê, qada Ava Lolanê ya herêma Xakurkê 3 caran, qada Kanîsarkê ya herêma Garê carekê, Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel a herêma Metînayê carekê, qada berxwedanê ya Girê Bahar a li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Metîna bi topan hatin bombekirin."