HPG: 6 leşkerên dijmin hatin kuştin

Gerîlayan li Botan, Dêrsim, Xakurkê û Bedlîsê çalakî li dar xistin û 6 leşkerên dijmin kuştin û li wesayîteke zirxî ya Kîrpî dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyan gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 27’ê Hezîranê de saet di 06.30’an de hêzên me yên YJA-STAR’ê li dijî qereqola Yekmalê ya Qilebana Şirnexê çalakiyek li dar xistine. Hêzên me li çeper û stargehên hêzên dijmin dane û di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin.

LI GABARÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me di 27’ê Hezîranê de li dijî artêşa Tirk a ku hewl dida ewlekariya rêya di navbera Zivingê û Girê Guvenlîkê yê li Çiyayê Gabarê de pêk bîne, çalakiyek li dar xistine. Leşkerên Tirk ên dagirker ketine bin kontrola hêzên me. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê hêzên dagirker xwestine bi wesayîtên zirxî mudaxeleyî qadê bikin lê hêzên me li wesayîteke zirxî ya Kîrpî dane.

LI XAKURKÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ya ku li hemberî tevgera dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me di 28’ê Hezîranê de saet di 23.00’an de li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Şekîfê ya li Xakurkê çalakiyek li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê derê leşkerek hatiye kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê qad bomberdûman kiriye û bi helîkopterên Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi silametî vegeriyaye baregehên xwe.

LI DÊRSIMÊ WESAYÎTA DIJMIN DERBE XWAR: LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Roja 28’ê Hezîranê li navçeya Xozat a Dêrsimê hêzên me yên YJA-Starê wesayîta ku kontra û leşkerên dijmin tê de bûn, xistin bin kontrola xwe û şopandin. Hêzên me demeke dirêj wesayît şopandin û li nêzî qereqola Yenîbaşî li wesayîtê dan. Bi serketî li wesayîta dijmin hate xistin, leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû. Li aliyê din wesayîta dijmin derbe xwar.

LI BEDLÎSÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Roja 29’ê Hezîranê (Îro) saet 04:30’an hêzên me li dijî nuqteya kontrolê ya li ser rêya di navbera navçeya Xîzan û navenda bajarê Bedlîsê de çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li leşkerên artêşa Tirk a dagirker hate xistin, leşkerek hate kuştin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Roja 27’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Kûmrî ya herêma Metînayê barandin.

Roja 28’ê HezÎranê saet 22:30’an balafirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker bombe li derdora gundê Sergelê û herêma Tepe Amediyê ya navçeya Amediyê ya Dihokê barandin.

Di van bombeberanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”