HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, radarek hate îmhakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Xakurkê û Metînayê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, radarek jî hate îmhakirin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Xakurkê;

"25'ê Cotmehê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Lolanê li hemberî dagirkerên ku hewl didan ber bi tunelên me yên şer ve bên bi çekên nîv otomatîk destwerdan hate kirin. Di navbera dagirkeran û hêzên me şer qewimî. Di şer de 4 dagirker hatin cezakirin.

27'ê Cotmehê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Lolanê bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

25'ê Cotmehê saet di 15:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Meskenê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

26'ê Cotmehê saet di 01:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

26'ê Cotmehê saet di 02:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sûîqestê li sîstemeke radarê ya dagirkeran hate xistin û hate îmhakirin.

26'ê Cotmehê saet di 11:05'an de li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi çekên ferdî destwerdan hate kirin.

26'ê Cotmehê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Metînayê;

24'ê Cotmehê saet di 11:20'î de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

25'ê Cotmehê saet di 12:49'an de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

25 û 26'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

25'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tunelên me 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

25'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

25 û 26'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan, Berbizinê û Qele 4 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Sêdarê, Sîser, Çemrobotkî, Dêreşê 6 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

25 û 26'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 11 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî 14 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, Girê Cûdî 10 caran; bi giştî 35 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."