HPG: 5 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li devera Heftanîn û Xakurkê yên li dijî dagirkeran de bi qasî hate zelalkirin 5 leşkerên Tirk hatine cezakirin. Li navçeya Xîzan a Bedlîsê jî stasyonek a bazê hatiye rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên li ser çalakiyên gerîla yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanîn a li dijî hêzên dagirker ku li Haftenînê lidar xistine parve kir.

HPG’ê ev agahî parve kir:

“Agayiyên li ser çalakiyên hêzên me ya di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanîn a li dijî hêzên dagirker ku li herêma Heftanînê lidar xistine wiha ne.

25’ê Hezîranê hêzên me di saetên nîvroyê de li deveray Girê Dupişka rêze çalakiyên sekvaniyê li dijî dagirkeran lidar xistien. Di van çalakiyan de 3 leşker hatine cezakirin. Heman rojê hêzên me bi navber li dijî yekîneyên dijmin çalakî kirine. Encamên çalakiyên hêzên me yên li yekîneyên dagirker ên li deverên xwe bicih kirine hatine dayîn, nehatiye zelalkirin.

25’ê Hezîranê saet 15:30’î hêzên me leşkerên ji devera Şehîd Şêxmûr û Şehîd Mervan ber bi deverên Şehîd Cûdî û Şehîd Dersim ve ketibûn tevgerê kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li yekîneyên dijmin hatin xistin de li ser kuştî û birîndaran agahiyên zelel nehatin girtin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê dever bi dijwarî bombe kir. Di vê bomberdûmanê de hevrêya me Nûrcan a bi lehengî li dijî dijmin şer kir şehîd bû.

Dîsa hêzên me li heman deverê li dijî yekîneyên dijmin ên xwestin bi pêş ve biçin çalakiyek ya sekvaniyê kiriye û leşkerek hatiye cezakirin.

Dîsa heman rojê di saetên şevê de artêşa Tirk devera Şeşdara û gundê Minine bi balafiran bombe kirin. Dîsa duh li devera Şeşdara di şerê qewimî de hevrêya me Zerya a heta guleya dawî bi lehengî şer kir şehîd bûye.

LI LÊLÎKANÊ LEŞKERKE HATE CEZAKIRIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 25’ê Hezîranê saet 12:00’an li Girê Lêlîkan a girêdayî herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê TC a dagirker kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku bi rêbaza sekvaniyê li leşkerên li gir hatin xistin de leşkerek hate cezakirin.

STASYONA BAZÊ HATE RÛXANDIN

25’ê Gulanê saet 06:30’î hêzên stasyona bazê ya li gundê Bercûm a girêdayî Xîzan a Bedlîsê kiribûn hedef û teqandibû.

LI CÛDÎ ŞER QEWIMÎ

8’ê Hezîranê li devera Deşta Silopya ya herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimîbû. Di vî şerî de hevrêyekî me şehîd bûye. Kesekî bi navê Roj jî teslîmî dijmin bûye.

SACA HATE BOMBE KIRIN

25’ê Hezîranê saet 23.30’î balafirên şer ên artêşa TC’ê a dagirker devera Saca ya Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştiye hêzên me.”