HPG: 29 dagirker hatine cezakirin, helîkoptereke Skorsky hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir gerîlayan di 4 û 5’ê Îlonê de 27 çalakî kirine û herî kêm 29 dagirker ceza kirine, helîkoptereke Skorsky xistine û wesayîteke leşkerî îmha kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Berxwedana dîrokî ya ku hêzên me li Qadên Berxwedanê didomîne, dide nîşandan ku wê tişt nikaribe îradeya mirov têk bibe. Hêzên me taktîkên gerîlatiya modernîteya demokratîk bi hostetî dixin pratîkê, asta şer û performansa wê geş dike û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixe.

Tîmên me yên bi tevger ji bo bîranîn û tolhildana hevrêyên me Rêzan amed û Agir Botan (Serhat Sakçi) yên ku fermandarên pêşeng ên geşkirin û xurtkirina taktîkên gerîlatiya serdema nû ne, 27 çalakî kirine. Di van çalakiyan de 29 dagirker hatine cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûne. Di heman demê de helîkoptereke Skorsky, wesayîteke leşkerî ya Reo û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 3 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 44 caran bi helîkopterên êrîşê, 7 caran jî bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obus û hawanan qadên berxwedanê bombe kirine.

Çalakiyên gerîlayan û êrîşên hatine kirin wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger de li herêma Zapê;

Di 4’ê Îlonê saet di 07.15’an de tîmên me yên bi tevger bi taktîka sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karkerê dane û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 4’ê Îlonê de saet di navbera 10.00 û 13.00’an de dagirkeran xwestine ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî qada Çemço ya Zapê ve werin. Tîmên me yên bi tevger 11 caran li dagirkeran dane û 3 dagirker ceza kirine.

Di 4’ê Îlonê de saet di 10.40’an de dagirkeran hewl dane têkevin çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a girêdayî qada Sîda ya Zapê. Hêzên me li dagirkeran dane û dagirker neçar mane gavekê vekişin.

Di 4’ê Îlonê de saet di 11.00’an de tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoya Zapê dane.

Di 4’ê Îlonê de saet di 11.30’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoya Zapê dane û 6 dagirker ceza kirine.

Di 4’ê Îlonê de saet di 17.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karkerê dane. Piştî lêdana hêzên me, dagirker li qadê belav bûne.

Di 4’ê Îlonê saet di 18.10’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Arjîn a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dane û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 5’ê Îlonê saet di 05.30’an de dagirkeran dema ku xwestin ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ve werin, hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran dane. Piştî lêdana hêzên me dagirker neçar mane, gavekê vekişin.

Di 5’ê Îlonê saet di 05.50’an de tîmên me yên bi tevger dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî Qada Çemço ya Zapê xistine bin kontrola xwe. Bi çekên giran bi taybet li hinek dagirkeran hatine xistin. Li vir yek jê rayedar 4 dagirker hatine cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûne.

Di 5’ê Îlonê saet di 06.20’an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a girêdayî Qada Sîda ya Zapê pergala kameraya mobese îmha kirine.

Di 5’ê Îlonê saet di 08.25’an de tîmên me yên bi tevger bi taktîka sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî Çemçoya Zapê dane û dagirkerek hate cezakirin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 4’ê Îlonê de saet di 15.30’an de tîmên me yên bi tevger li kepçeyên ku li Qada Berxwedanê ya Werxelê ji bo dagirkeriyê rê çêdikin xistin. Piştî lêdana hêzên me dagirker neçar mane ku xebata çêkirina rê bidin sekinandin. Di heman demê de hêzên me li dronên li ser qada çalakiyê digerin jî dane û dron neçar mane ji qadê dûr bikevin.

3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li herêma Xakurkê;

Di 4’ê Îlonê de tîmên me yên bi tevger wesayîteke leşkerî ya bi cûreya Reo ku di navbera qadên Geliyê Reş û Girê Masîro de di tevgerê de bû xistin bin kontrola xwe. Tîmên me yên bi tevger saet 08:00’an bi taktîka sabotajê bi rengekî bi bandor li wê wesayîtê dan. Di vê çalakiyê de 13 dagirker hatin cezakirin û wesayîta leşkerî ya bi cûreya Reo bi temamî hat rûxandin.

4. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

4’ê Îlonê di saet 07:30’an de tîmên me yên bi tevger li dagirkerên ku dixwastin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî bombe bikin, dan. Piştî destwerdana hêzên me dagir neçar man qedemeyekê paşve bikişin.

4’ê Îlonê saet 23:50’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Metîna helîkopter geriyan. Helîkoptera bi tîpa Skorsky ya ku xwest li Qada Berxwedanê leşkeran dayne ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate hedefgirtin û li wê hat xistin. Ev helîkoptera ku ji ber derbên bi bandor ên hêzên me bi giranî derb xwar, agir li wê ket û ji ber wê nekarî rabe û li cihê lê mabû şewitî û îmha bû.

5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî;

Di 4’ê Îlonê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî du caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 5’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên Şehîd Bahoz a Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a girêdayî herêma Sîda ya Zapê bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Hat tespîtkirin ku gazên kîmyewî yên tên bikaranîn rengê wan spî ne û tama wê tirş e û dema ku li laşê mirovan bikeve dibe sedema şewatê di qirik û mîde de.

6. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

4’ê Îlonê li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî balafirên bêmirov geriyan.

Di 4’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Girê Hekkarî û Çemço bi dehan caran bi obus û hawanan hatin bombekirin.

Di 4’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Sîda û Şehîd Adil 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 4’ê Îlonê de qada Girê Zengil a Garê 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin. Şewata ku di encama bombebaranan de li qadê derketiye heta niha didome.

Di 4 û 5’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Şehîd Fedakar, Girê Hekkarî, Girê Amediyê û Girê Cûdî 44 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”