HPG: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li qada Çemço ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên giran çalakiyek kirin. Di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di encama çalakiyên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker carekê bi bombeyên qedexekirî û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand. Di heman demê 3 caran bi balafirên şer bombe li qadên gerîla barand.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

1'êw Çileyê saet di navbera 08:00 û 12:00 de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, li hemberî dagirkerên li derdora gundê Sîda û qada Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger 3 caran bi çekên ferdî, 3 caran jî bi çekên giran çalakî kirin.

1'ê Çileyê saet di 11:30'î de li dijî dagirekrên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran çalakî kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

1'ê Çileyê li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

31'ê Kanûnê û 1'ê Çileyê derdora Gundê Dereşê yê Garê û qada Serê Metîna ya li Metînayê bi balafirên şer 3 caran hatin bombekirin.

1'ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê çeperên gerîla yên li nêzî qada Çemço û gundê Sîdayê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."