HPG: 2 kontra û dagirkerek hatin cezakirin-NÛ BÛ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Çelê 2 kontra, li Heftanînê jî dagirkerek hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:

'2 KONTRA HATIN CEZAKIRIN'

"Li navçeya Çelê ya Colemêrgê kesên bi navê Arîf Selîm û Onûr Bozkûrt ên ji gundê heşetê, ji ber ku karê sîxurtiyê ji dijmin re dikirin û bûn sedema şehadeta pênc hevrêyên me, sûcdar bûn. Kesên bi navê Arîf Selîm û Onûr Sevînç ên ku sûcê kontra-sîxuriyê kirin, di 8'ê Cotmehê de ji aliyê hêzên me ve hatin cezakirin.

'DAGIRKEREK LI HEFTANÎNÊ HATE CEZAKIRIN'

Hêzên me di 11'ê Cotmehê de saet 13:30'î di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de li qada Bektorya ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser girê Koxê Mele Yehya çalakiya sûîqestê kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

'ÎDÎAYÊN RAYEDARÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER ŞEWATÊ DÛRÎ JI RASTIYÊ NE'

Rayedarên dewleta Tirk û medya wan li ser şewata li daristanên Hatay û Skenderûnê daxuyanî dan û tevgera me weke berpirsyar nîşan dan. Her kes zane ku tevgera me PKK'ê li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî dagirkerî, mêtingerî û talanê dest bi têkoşînê kiriye û li ser xeta Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadîparêziya Jinê ay Rêber Apo vê têkoşîna xwe dewam dike. Hesasiyeta me ya îdeolojîk a li pêşberî civakê û ekolojiyê eşkere ye, her wiha xweza û çiyayên Kurdistanê dostên herî mezin ên gerîla ne, çeperên bingehîn ên hêzên me ne. Bi taybetî ji bo parastina hêzên me yên gerîla yên li herêmên Hatay û Skenderûnê, daristan pêwîstiyeke. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku daristanên li Kurdistanê bi rengekî bê wijdan dişewitîne û nahêle gelê me şewatê vemirîne, ji bo sûcê xwe yê li dijî mirovahiyê û xwezayê binixumîne, dixwaze berpirsyariya şewata daristanan a li Hatay û Skenderûnê bixe stuyê tevgera me. Lê belê ev daxuyanî û nûçeyên di vê der barê de dûrî ji rastiyê ne."