HPG: 2 kontra hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk daxuyanî da. HPG’ê diyar kir li Şirnexê 2 kontra hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakî û operasyonên artêşa Tirk daxuyanî da. HPG’ê diyar kir li Şirnexê 2 kontra hatine kuştin. HPG’ê her wiha diyar kir ku operasyona artêşa Tirk a ku li Bedlîsê dabû destpêkirin bê encam bi dawî bûye.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de bi berdewamî diyar kir ku 4’ê Mijdarê gerîlayekî wan ê bi navê xwe yê kod Bahoz di şerê dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest daye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

2 KONTRA HATIN KUŞTIN

Di nav Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de hêzên me 7’ê Mijdarê saet 19.00’an di navbera Şirnex û gundê Avkamasiyan de, bi ser yekîneyeke dijmin de, ku kontrola rê dikirin, çalakiyek pêk anîne. Di çalakiyê de kule hedef hate girtin, di encama derbên serkeftî de du kontra hatin kuştin.

OPERASYON BÊ ENCAM VEKIŞIYA


1’ê Mijdarê artêşa TC’ê ya dagirker li gundên Mala Çalê, Cumatê, Şêlima  yên Farqîna Amedê û Zilek a Hezroyê operasyon dane destpêkirin. 3’yê Mijdarê operasyon bê encam vekişiya.

LI BEDLÎSÊ GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

4’ê Mijdarê saet 01.30’an li Bedlîsê, li nêzî gundê Qesrikê hêzên me yên gerîla û yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker li raste hev hatin û hêzên me bi dijmin re ketin şer. Di şer de ji leşkerên dagirkeran çend hatin kuştin û çend birîndar bûn baş diyar nebû. Di vî şerî de hevrêyê me Bahoz li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye.

Agahiyên sicîlê yê hevalê me wiha ye;

Nasnav: Bahoz Argeş
Nav û Paşnav: Nûrettîn Çeken
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik – Bav: Melehat - Kenan
Cih û Dîroka Şehadetê: Bedlîs /4’ê Mijdara 2017