HPG: 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku nikarin li hemberî hêzên gerîla li ber xwe bidin, 5 caran bi bombeyên qedexekirî, 6 caran jî bi çekên kîmyewî êrîş kirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger, her der kirine qada berxwedanê û bi rengekî bi heybet li ber xwe didin. Li hemberî artêşa Tirk a faşîst ku teknîka herî pêşketî ya NATO'yê heta dawiyê bi kar tîne, hêzên me li gel derfetên kêm jî bi wêrekiya bilind û ruhê Apoyî derbên giran li dagirkeran dixin. Artêşa Tirk a dagirker ku nikare li hemberî hêzên me li ber xwe bide, ji bo karibe encamê bi dest bixe, li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê şer dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî yên herî xurt, heta nefesa xwe ya dawî bi rûmetî li ber xwe didin, ku ev yek planên dewleta Tirk a dagirker têk biriye û kiriye ku bixitime. Ji bo xwe ji vê rewşa xitimandî rizgar bike, çîrokên sexte yên serketinê diafirîne û hewl dide raya giştî pê bixapîne. Li hemberî artêşa Tirk a sûcdarê şer ku bi derfetên xwe hewl dide pêvajoya têkçûnê dirêj bike, hêzên me yên li ser xeta fedaî ya Apoyî şer dikin, bi pratîka gerîlatiya serketinê bi biryar in ku encamê bi dest bixin.

Di encama çalakiyên hêzên me de 11 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û 6 caran jî bi çekên kîmyewî, 42 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan bi vî rengî ne:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

12'ê Mijdarê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Botan bi çekên giran çalakî hate lidarxistin û dagirkerek hate cezakirin.

12'ê Mijdarê saet di 10:00 û 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, li hemberî dagirkerên ku dixwestin tevî kûçikan bikevin hundirê çeperên şer ên li Şehîd Felat, bi sabotajê 2 caran çalakî hate kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 kûçik jî hatin bêbandorkirin.

12'ê Mijdarê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê y Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

11'ê Mijdarê saet di 09:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, tîmên me yên bi tevger kemîn danîn pêşiya dagirkeran. Di vê çalakiyê de hêzên me bi çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkeran xistin, 6 dagirker ceza kirin, 3 jî birîndar kirin.

12'ê Mijdarê saet di 07:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin, dagirkerek ceza kirin.

12'ê Mijdarê danê êvarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, helîkopterên Skorsky ên xwestin hêzên xwe li qadê daynin, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Piştî derbên hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

12'ê Mijdarê saet di navbera 11:45 û 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer ên li Şehîd Yûnûs 3 caran, çeperên şer ên li Şehîd Çekdar carekê û li Qada Berxwedanê ya Sîdayê jî çeperên şer ên li Şehîd Dogan carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

12'ê Mijdarê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 6 caran bi çekên kîmeywî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

12'ê Mijdarê Qada Meranê ya Garê û zeviyên Gundên Kanîsarkê û Bêbade 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Fedakar, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê 42 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

12'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Girê Cûdî û Girê FM'ê bi dehan caran bi tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin."