HPG: 11 dagirker hatin cezakirin, 15 jî birîndar bûn

HPG: Ji bo bîranîna Fermandar Axîn Mûş û hevrêyên bi wê re şehîd bûne, gelek çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de 11 dagirker hatin cezakirin û 15 jî birîndar bûn. 1 kon û 2 kamerayên mobesse hatin rûxandin, 11 çeper jî hatin derbkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku gerîla ji bo bîranîna fermandara fedayî hevrê Axîn Mûş ku bi lehengî û şoreşgeriya xwe ya bi heybet efsane nivîsî û hevrêyên me yên bi wî re şehîd bûne, gelek çalakî li dar xistin e û got: “11 dagirker hatin cezakirin, 15 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha 1 kon, gelek alavên leşkerî û 2 kamerayên mobesse hatin rûxandin û 11 çeper hatin derbkirin."

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

“Herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê;

22’ê Îlonê saet 06:50, 07:20, 08:15, 09:40, 13:20, 13:40, 14:00, 16:40 û 18:00’an de li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedana Girê Cûdî bi cih bûne, bi çekên giran çalakiyek hat lidarxistin û 11 çeper hatin derbkirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

Di 22’ê Îlonê saet 14.00’an de li Qada Berxwedana Girê Cûdî dagirker bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 1 dagirker hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.

22’ê Îlonê saet 09.00’an kameraya mobesse ya dagirkeran a li Qada Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê bi taktîkeke sûîqestê hate îmhakirin.

22’ê Îlonê saet 17.00 û 18.00’an de dagirker û çeperên wan ên li Qada Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê bi çekên giran û navîn ên otomatîk hedef hatin girtin. Konê dagirkeran bi awayekî rast hate derbkirin û konê ku agir pê ket, tevî malzemeyên leşkerî yên tê de hate rûxandin. Di vê çalakiyê de 8 dagirker hatin cezakirin û 15 dagirker jî birîndar bûn.

22’ê Îlonê saet 17:10’an li dijî dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedana Girê Amediyê bi pêş ve biçin çalakiyek hate lidarxistin. 2 dagirkerên ku bi bombeyên destan û çekên ferdî hatin gulebarankirin hatin cezakirin. Cenazeyê dagirkerekî demekê di bin kontrola tîmên me de ma û navê wî Mistefa ye.

22’ê Îlonê saet 21:20’an kameraya mobesse ya dagirkeran a li Qada Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê bi taktîkeke sûîqestê hate îmhakirin.

23’ê Îlonê saet di navbera 04:00 û 05:00’an de hêzên me 15 caran mudaxeleyî çalakiya helîkopteran a li Qada Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê kirine.

Herêma Xakurkê;

23’ê Îlonê saet 06.15’an hêzên me yên YJA Starê li Girê Şehîd Derwêş bi çekên giran li dagirkeran dan.

Herêma Metîna;

Roja 23’ê Îlonê saet di navbera 00:10 û 01:00’an de li herêma Metîna du caran mudaxeleyî helîkopteran hatiye kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 22’ê Îlonê de derdora Çemê Zapê 2 caran, herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê 2 caran, Sinînê, Girê Şehîd Şerîf û derdora Ava Lolanê yên herêma Xakurkê 7 caran; Bi tevahî 11 caran bi balafirên şer bombe kirin.

Di 22’ê Îlonê de herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê û herêma Metîna ji aliyê helîkopteran ve hatin bombebarankirin.

Herêmên Zap, Şehîd Delîl, Rojava Zap û Metîna bi topan hatin bomberdûmankirin.”