Hozat: Ewropa jî gihişte wê nuqteyê ku tecrîdê qebûl nake

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat: Kurdan bi hişmendiyeke zanistî bersiva pêngava ‘Bese ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ da. Li Rojava, Bakur, Rojhilat û derveyî welat bi hêz xwedî lê derket.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bal kişand ser daxuyaniyên hikûmeta Elman a ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên tên kirin girîng in, destnîşan kir ku Ewropa ya ku parçeyek ji komployê ye gihiştiye wê nuqteyê ku êdî tecrîdê qebûl nakin.

Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat a tevlî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû, mijarên di rojevê de nirxand.

Hozat a encamên pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya KCK’ê dayî destpêkirin nirxand, bal kişand ku polîtîkaya tecrîdê ya ku bi israr tê domandin, hatiye pûçkirin.

Hozat diyar kir ku li Îmraliyê 22 sal in, polîtîkayên têkbirinê tê birêvebirin û got: “Li Îmraliyê hiqûqa navneteweyî nayê bicihanîn. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê 6 salên dawî hiqûq li bin lingan xistiye. Pêkanînên der mirovî, exlaq û wijdan hene. Di rewşa heyî de ti rewatiya van polîtîkayan nemaye. Di destê faşîzma AKP-MHP’ê de ti argumaneke din nemaye. Hemû argûmanên ku heta niha xistin meryetê tev vala derketin. Sîstema Îmralî ya ku 22 sal in, tê domandin vala derketiye, îflas kiriye.”

‘EWROPA GIHIŞTIYE WÊ NUQTEYÊ KU TECRÎDÊ QEBÛL NAKE’

Hozat anî ziman ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) a girêdayî Konseya Ewropa rast e rast di nava komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, cihê xwe girt û wiha pêde çû: “Elmanya ya ku di serî de destekê dide polîtîkayên Tirkiye ku yek ji endamê NATO’yê yê herî bi bandor e, gihiştiye wê astê ku sîstema êşkenceyê êdî qebûl nake, naparêze. Herî dawî li ser navê Hikûmeta Elmanya daxuyaniyeke ku nirxandinên CPT’ê qebûl dike hate dayîn. Berî wê daxuyaniyek mîna wê ya Konseya Ewropayê hebû. Di daxuyaniyên dayîn de, cih dabûn nirxandinên CPT’ê. Sîstema êşkenceyê ya Îmralî sîstemekî navneteweyî ye. Me ev yek her demê got. Komplo jî komployeke navneteweyî bû. Yên ev sîstem avakirin hêzên navneteweyî bûn. Dewleta Tirk jî gardiyantiya vê sîstemê dike. Lê ji ber berjewendiyan desthilata faşîst a AKP-MHP’ê siyasetê dike. Ji bo desthilatê li ser lingan bigire, hem li hundir û hem jî li derve her cûre bêhiqûqiyê û rêbazên der mirovî bikar tîne. Êdî Ewropa jî gihiştiye wê astê ku tecrîdê naparêze, qebûl nake. Dike rojeva xwe, daxuyaniyên cihê didin. Ev xalekî girîng e. Nuqteyek din a girîng jî, naxwazin bibin hevkarên vê sûcên der mirovî. Hêzên hevkarên sîstema tecrîdê jî êdî naxwazin bibin hevkarên polîtîkayên der mirovî yên li hemû Kurdistan û derve. Divê helwesta CPT, Elmanay û Konseya Ewropayê di vê çarçoveyê de bê nirxandin.”

‘NIHA DEWLETA TIRK DI NAVA TECRÎDÊ DE YE’

Hevseroka KCK’ê Besê Hozad bal kişand ku bi salan e ku Ewropa siyaseta durûtiyê dişopîne û ev nirxandin kir: “Pirsgirêka Kurd bûye amûreke Ewropayê. Li dijî Tirkiyeyê tim weke amûreke ya şantaj û zextê hatiye bikaranîn. Ji bo tim Tirkiye bixin di bin kontrola xwe de, bikişîne xeta xwe, tawîzan jê bigirin û bixin nava zorê. Yek ji sedemê neçareserkirina pirsa Kurd ev e. Sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmralî mîna şantajê bikar tîne. Dema li gorî berjewendiyên wê be daxuyaniyên li ser Îmralî didin, dikevin nava hewldanên ku polîtîkayên desthilata heyî rexne dikin. Dema ku bi kêrî karê wan jî neyê, bi temamî ji nedîdît ve tên, xwe ker, kor û lal dikin. Polîtîkaya Ewropa ya 22 salî ev e. Em bi hêvî ne ku êdî ev yek nebe mijara jantajê, ji bo bi rastî nebin hevkarên sûcên der mirovî vê bikin. Daxuyaniyên tên dayîn girîng in. Ev jî ji bo me destkeftiyeke. Hişmendiya ku Rêber Apo li Îmraliyê digire, bêdeng kiri, 22 sal in ku ji bo ramanê wî dernekeve derve, di nava sîstema êşkence û tecrîdê de tê hiştin. Lê di rewşa niha de ev hate vala derxistin, nekarîn ramanên Rêber Apo di nava çar dîwaran de bigirin. Bi tecrîdkirina Rêber Apo re dîtin ku dewleta Tirk ketiye nava tecrîdê.”

AZADIYA RÊBER APO ROJEVA SEREKE YE

Hozat diyar kir niha têkiliya rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê bi hemû welatan re ne xweş, di rewşeke pevketinê de ne û diyar kir vê eniya ku dostê xwe nameye her kes ji xwe re kiriye dijmin.

Hozat got: ''Dewleta Tirk li hemû cîhanê hatiye tecrîdkirin. Lê ramanên Rêber Apo ji dîwarên Imraliyê bihuriye. Paradîgmaya Rêbertî, projeyên çareseriyê yên Rêbertî, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya zayendî ya civakî û pergala Konfederaliya Demokratîk ji hêla hemû gelan ve bi rengekî sempatîk tê û bi baldarî tê pêşwazîkirin.''

Hozat wiha domand: ''Gel li Rêber Apo xwedî derdikevin û her ku diçe li nav gelan berbelav dibe. Pergala konfederaliya demokratîk û neteweya demokratîk ku Rêber Apo li dijî pergala desthilat û dewletî ya 5 hezaran û li dijî pergala netewdewletî ya 400 salî daniye, dibe projeya çareseriyê ya alternatîf. Di qonaxa berdest de weke ku min gotî tecrîd pûç bûye. Niha tişta ku divê were kirin azadiya Rêber Apo ye. Pêngava ku di vê mijarê de me geş kiriye pir deng vedaye û bi rengekî xurt xwedî lê derdikevin. Niha li her deverê azadiya Rêber Apo rojeva sereke ye. Divê em vê bi rengekî biryardar bidomînin. Em bawer dikin ku wê bi encamê ve biçe.''

'LI DIJÎ KURDAN ŞERÊ QIRKIRINÊ HEYE'

Hozat di axaftina xwe de bi berfirehî li ser pêngava, ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye'' bi berfirehî sekinî û wiha axivî:

''Li herêmê şerekî mezin ê Şerê Cîhanê yê 3'yan heye û hatiye ber qonaxa dawî, herêm ji nû ve tê dizaynkirin. Hevsengên berê hildiweşin, hevsengên nû tên danîn. Reşwa Kurdan bêhtir girîng dibe. Li ber Kurdan hem talokeyeke mezin, hem jî derfetên mezin hene. Di vê sedsalê de Kurd derfetên avakirina pergala xweseriya demokratîk, derfetên mafên siyasî, çandî ku bi azadî û birûmet bijîn bi dest xistine. Zemîn û eşrtên vê çêbûne.

Em di pêvajoyeke wiha ya dîrokî de ne. Pêngava ku me dayî destpêkirin di pêvajoyeke wiha de pêk hat. Ev her wiha pêngaveke netewî ye jî. Li çar parçeyên Kurdistanê, tê maneya berxwedaniyeke mezin, li dijî dewleta Tirk a faşîst û qirker ku dixwaze destkeftiyên Kurdan tine bike tê maneya berxwedaniya mzin. Armanca sereke ya pêngavê ev e. Her wiha ev pêngaveke netewî ye jî. Ji ber ku dewleta Tirk Kurdan li kûderê tiştek bi dest xistibe, ne tenê li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat, li derveyî welat jî dixwaze van mafan ji holê rake. Dixwaze Kurdan weke sedsala 20'an, di bin rejîma qirker, pergala qirker de bihêle. Li dijî Kurdan şerê qirkirinê didomîne. Li Başûr û Rojava jî vê dike.

Li dijî pêngavê Kurdan bi bîreweriyeke netewî bersiv dan. Li Rojava, Bakur û Rojhilat û li derveyî welat bi rengekî xurt lê xwedî derketin. Vê têkoşîna berxwedêr a gelê me slav dikm. Girîng e, divê bi rengekî hê xurtir ev were domandin. Bi çalakiyên bêhtir afirandinî divê were domandin.''

'PÊNGAV BI BERXWEDANÊ WÊ BI SER BIKEVE'

Hozat got dewletên otorîter pandemiyê dikin hincet, dixwazin pêşî li çalakiyên civakî û berxwedanê bigirin, hêla koronayê weke çekê bi kar tîni û wiha axivî:

''Azadiya Rêber Apo di rojava gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê de ye. Bi rengekî xurt lê xwedî derdikevin, hem li cîhanê û hem li herêmê, ev pir girîng . Niha Rêber Apo, bûye rêbertiya gelan, hêzên demokrasiyê. Raman, paradîgma û projeyên Rêber Apo bi baldarî tê pêşwazîkirin. Weke rêbaza sereke ya çareseriyê tê dîtin. Ji bo hemû probleman were çareyekê tê dîtin. Ev pir girîng e. Divê ev bi rengekî hê xurtir were domamdin. Kurd ne tenê ne, dostên wan zêde bûne, bi gelan re yekîtî, têkiliyên stratejîk dnaîne û ev pir girîng e, divê ev pêngav bi rengekî hê xurtir were domandin. Heta niha bi rengekî serkeftî çûye, divê bi teqezî ev ber bi encamê ve biçe, em bibin ber halê ku Rêber Apo, Kurdistanê azad bikin û faşîzmê hilweşînin. Her cure derfetên vê hene, hêza têkoşîna vê têra xwe hene. Bi berxwedana heyî ev pêngav wê biçe serî.''