Hozat: Polîtîkaya PDK'ê gelekî xetere ye, zerarê dide Kurdan

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku polîtîkaya heyî ya PDK'ê 'gelekî metirsîdar e' û got, "Zerareke mezin dide Kurdan." Hozat işaret bi xetereya mezin kir û got, "Ev plan dikare PDK'ê biqedîne."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat êvara Duşemê beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haber TV bû. Hozat gelek mijar nirxand û bi taybetî bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê.

Hozat polîtîkaya PDK'ê bi tundî rexne kir û diyar kir, ji ber ku pêşmergeyan nexwest biçin Garê ye, hêzên xwe yên taybet bi cih kiriye. Hozat got, "Hêzên Zerevan hêzeke taybet a ser bi PDK'ê, ser bi malbata Barzanî ye." Besê Hozat nerazîbûn nîşanî polîtîkaya 'metirsîdar' a PDK'ê da û destnîşan kir ku ev yek zerarê dide Kurdan. Hozat got, "Destketî û derfetên statuyê yên Kurdan jî ji ber PDK'ê di nava metirsiyeke mezin de ne. Zerarê dide Kurdan."

'HEWL DIDIN REJÎMEKE NÛ YA BI SENTEZA TIRK-ÎSLAMÊ AVA BIKIN'

Hozat di hevpeyvîna xwe de li ser rewşa li Başûrê Kurdistanê ev nirxandin kir:

"Tirkiye şerê qirkirinê dimeşîne. Divê mirov pozîsyona heyî ya PDK'ê jî girêdayî vê yekê binirxînin. Me berê jî gelekî nîqaş kir, nirxand. Tirkiye hewl dide destketiyên Kurdan hemûyan ji holê rake. Di ser qirkirina Kurdan re hewl dide rejîmeke nû ya bi senteza Tirk-Îslamê ava bikin. Armanca xwe ya sala 2023'an ev e. Di ser qirkirina Kurdan re dixwaze Mîsakî Mîllî pêk bîne, rejîmeke nijadperest, neteweperest, olperest a bi senteza Tirk-Îslamê ava bike. Armanca xwe bi vî rengî ye.

'DIXWAZIN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ DESTESER BIKIN'

Di vê mijarê de li Başûr êrişeke dagirkeriyê heye. Êdî tiştekî welê dikin ku bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Yanî li her devera ku xwe digihînê, baregehên leşkerî çê dike, hêzên xwe lê zêde dike. Gav bi gav heta Kerkûkê dixwze temamiya Başûr dagir bike û bi ser xwe ve bike.

'ÊRIŞ BI PIŞTGIRIYA PDK'Ê DIBE'

Di vê mijarê de tifaq, têkiliya PDK'ê ya bi tifaqa AKP-MHP û Ergenekonê ya qirker, mêtinger û faşîst, divê bê nîqaşkirin. Ji ber ku ev êriş mîna ku me gelek caran got, bi piştgiriya PDK'ê dibin.

Ev yek wê dawî li wan jî bîne. Hewl tê dayin ku tevahiya Başûr dagir bikin û bi ser Tirkiyeyê ve bikin. Desthilatdariyeke bi vî rengî ya nijadperest, mêtinger û qirker a AKP-MHP'ê, niha Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Gelo PDK çi ji vê fêhm dike, soza çi dide, girîng e ev bê fêhmkirin.

'YNK JI VÊ REWŞÊ DITIRSE, JI BER KU DAGIRKERÎ HEYE'

Herî dawî YNK'ê jî daxuyanî da. Ji rayedarên YNK'ê Sedî Pîre daxuyanî da û got, "Dewleta Tirk Behdînan dagir kiriye. Haya me ji lihevkirina PDK'ê û dewleta Tirk nîne. Em nizanin ku PDK'ê bi dewleta Tirk, AKP-MHP'ê re çi peyman mohr kiriye'.

YNK ji rewşê ditirse. Ji ber ku Başûr tê dagirkirin. Ev çi peyman e, agahiya me jê nîne. YNK metirsîdar dibîne. Rayedarên YNK'î, Goran, rêxistinên din fikarên xwe tînin ziman. Ew jî dipirsin.

'PÊŞMERGE NAÇIN, LEWMA HÊZEKE TAYBET DIBIN'

Vê desthilatdariya faşîst, qirker soza çi da PDK'ê. Mesela niha li Garê ye. Nikarin pêşmergeyan bibin, pêşmerge naçe, pêşmerge naçe Herêmên Parastinê yên Medyayê, naxwazin bibin parçeyek ji vê dagirkeriyê, ji van êrişên qirkirinê. Gelê Başûr, pêşmerge naxwaze bibe parçeyek ji vê yekê. Lewma hêzên Zerevan dibin.

'LI GELEK CIHÊN GARÊ HÊZA TAYBET BI CIH KIRIN'

Hêza taybet dibin. Niha li gelek cihên Garê hêzên Zerevan bi cih kirine. Hêza Pêşmerge ya ku beriya niha şandibûn Herêmên Parastinê yên Medyayê vedikişîne, li şûna wan hêzên Zerevan bi cih dike. Hêzên Zerevan hêzeke taybet e û bi ser PDK'ê, bi ser malbata Barzanî ve ye. Ji ber ku zanin ew nikarin Pêşmergeyan bidin şerkirin. Pêşmerge helwest nîşan da, her wiha nêzîkatiya rêxistinên din ên Başûr jî li holê ye. Lewma bi navê PDK'ê bi dewleta Tirk re planekê dimeşînin. Li deverên ku dewleta Tirk nikare xwe bigihînê, vê hêza Zerevan bi cih dikin. Li navbera herêmên gerîla bi cih dikin, têkiliya herêmê bi herêma din ve dibirin. Hewl didin xeta hatin û çûnê bibirin. Hewl didin ku gerîla li cihekî asê bikin û bi dewleta Tirk bidin eciqandin.

'REWŞA HEYÎ GELEKÎ METIRSÎDAR E'

Ya ku niha dike amadekariya ji bo şer e. Rewşa heyî gelekî metirsîdar e. Nêzîkatiya ku niha nîşan didin mîna atmosfera êrişeke berfireh a bi dewleta Tirk re ye. Amadekariyên wan hemû li ser vê bingehê ne.

Eger tu hêzên xwe bibe nuqteyên gerîla û li wir bi cih bike, li wir qereqolan ava bike, hêzê deyne qadên gerîla, li aliyê din jî timî îstîxbaratê bide û bike ku êriş li ser cihên gerîla bibe, tu hewl bide dewleta Tirk a faşîst qirker hêza gerîla bitepisîne, hingî navê vê çi ye? Navê vê ragihandina şer a tevî dewleta Tirk e. Ev planeke gelekî metirsîdar e. Yanî planeke wiha wê PDK'ê jî biqedîne. Planeke wiha wê destketiyên li Başûrê Kurdistanê hemûyan ji holê rake. Ne tenê destketiyên li parçeyên din ên li Bakur û Rojava, wê destketiyên li Başûr jî ji holê rake. Wê statuya Kurdistana Federal ji holê rake, tiştekî bi navê Kurdistana Federal wê nemîne.

'DI NAVBERA PKK Û PDK'Ê DE PIRSGIRÊK NÎNE, DI NAVBERA PDK Û KURDAN DE PIRSGIRÊK HEYE'

Sedî Pîre got, 'Ev şer wê nebe şerê PDK'ê wê her kesî têxe nava xwe'. Belê, nirxandineke wiha jî şaş e; şerê PKK-PDK yan jî pirsgirêka navbera PKK û PDK'ê. Na, di navbera PKK û PDK'ê de pirsgirêk nîne. Di navbera PDK û Kurdan de pirsgirêk heye. Şaş e ku ev rewş, ev bûyerên diqewimin weke pirsgirêkek di navbera PKK û PDK'ê bê pênasekirin, em vê yekê bi temamî red dikin. Ev pênase gelekî şaş e. PKK li dijî qirkeriya dewleta Tirk parastina Kurdan dike. Li dijî qirkirinê parastina Kurdan dike. Gelo çêdibe pirsgirêka tevgereke ku li dijî qirkirina Kurdan têkoşîna parastinê dike, hebe?

'DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK NABÎNIN'

Cihgirtina li gel dewleteke qirker, rabûna li ber tevgerekê ye ku parastina Kurdan dike. Ev nayê qebûlkirin. Mesela daxuyaniyeke berdevkê PDK'ê heye dibêje, 'Berpirsyarê valakirina bi sedan gundan PKK ye'. Delweta Tirk a dagirker, mêtinger û qirker weke sedema valakirina van gundan nabîne. Dewleta Tirk a mêtinger, dagirker û qirker li van gundan dike, vala dike. Wê nabîne, lê hêza berxwedêr dibîne.

Ev yek tê vê wateyê; 'Dewleta Tirk a mêtinger qirker mafdar e, Kurdên ku li dijî dewleta mêtinger û qirker şer dikin neheq in'. Dibêje 'Li dijî dewleta Tirk li ber xwe nede'.

'PKK EW KURD IN KU LI DIJÎ QIRKIRINÊ TÊDIKOŞIN'

PKK kî ye, Kurdên berxwedêr e, ew Kurd in ku li dijî qirkirinê têdikoşe. radibe PKK'ê weke sedema pirsgirêkeke nîşan dide, radibe ji bo dewleta Tirk a mêtinger, belavker û qirker dibêje mafdar e, rewa ye û berxwedana li dijî vê dewletê şaş e. Ji Kurdan re dibêje 'li ber xwe nede, teslîm bibe'. Gelo gotineke bi vî rengî li partiyeke ku xwe weke Kurd dibîne, tê? Çêdibe ku teslîmiyet, bêrûmetî û koletiyê li Kurdan ferz bike? Ev çawa dibe? Ev nayê qebûlkirin.

'EW ENVERPEREST IN, TALATPEREST IN, NIJADPEREST IN'

Bêguman PKK li çar parçeyên Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê jî ji bo rûmeta Kurdan li ber xwe dide, şer dike, ji bo azadiyê şer dike. Li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê ya qirker mêtinger şer dike. Sicîla wan diyar e, Enverperest in, Talatperest in. Dinya vê dibîne. Ewropa bi xwe jî êdî dibêje; van zêdegavî kirine. Ewropa jî, ji DYE'yê heta Ewropayê cihê xwe di nava komployê de girtin, ewqasî piştgirî dan siyaseta qirker a Tirk, niha ji Tirkiyeyê re dibêjin Îslamîst e. Welatên Ereb dibêje, dagirker e. Lê belê PDK a ku ji xwe re dibêje ku ew partiyeke Kurd e, ji Tirkiyeyê re nabêje dagirker e. Gelo tiştekî wiha dibe? Nabe.

'POLÎTÎKAYA HEYÎ YA PDK'Ê GELEKÎ METIRSÎDAR E'

Ev gelekî girîng e. Polîtîkaya PDK'ê ya heyî gelekî metirsîdar e, zerareke gelekî mezin dide Kurdan, gefê li destketiyan dixwe. Kurd di sedsala 21'ê de ji bo azadiyê xwedî derketinên gelekî mezin e. Metirsiyên mezin jî hene, 6 sal in li dijî şerê qirkirinê yê topyekûn şer dikin. Vî şerî desthilatdariya qirker asê kir, xitimand û gihand ber hilweşandinê.

'PDK ZERARÊ DIDE KURDAN'

Derfet afirîne ku statuya her parçeyî bê ewlekirin. PDK van destketiyan, derfetên bidestxistina statuyê dixe nava metirsiyeke mezin, zerarê dide Kurdan. Li pêşiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan astengiyeke mezin e. Daxwaz û hesreta herî mezin a gel yekîtiya neteweyî ye. Ji ber ku ya ku Kurdan azad bike, bike xwedî statu û destketiyên li çar parçeyan biparêze helwesta ji bo yekîtiya neteweyî ye. Eger Kurdan di sala 2014'an de karîbûna kongreya xwe ya neteweyî li dar xistibûna, hevdîtinên sala 2013'an bi yekîtiya neteweyî tacîdar kiribûna, ne Efrîn, ne Girê Spî ne jî Başûr wê îro hatibûna dagirkirin. Li Bakur jî wê rewş ne bi vî rengî bûya. Li çar parçeyan wê statuya Kurdan, nasnameya neteweyî misoger bûya. Wê bibûna hêzeke gelekî mezin. Di demokratîkkirina Rojhilata Navîn de wê hêza diyarker bûna. Ne li Iraqê ne jî li Sûriyeyê rewş wê bi vî rengî nebûya. Sûriye, Iraq jî wê biketa nava pêvajoyeke demokratîkbûnê. Ev krîz, kaos, şer wê li herêmê biqediya. Ji ber ku Kurd ji bo herêmê diyarker in. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, bidestxistina mafê Kurdan li parçeyan bidestxistina rêveberiya xweser dihate wateya demokratîkbûna li Rojhilata Navîn.

'DIVÊ PDK BÊ REXNEKIRIN, BER BI XETA NETEWEYÎ VE BÊ KIŞANDIN'

Divê dest ji vî zimanî bê berdan, 'Di navbera PKK û PDK'ê de pirsgirêk heye, em jî bibin navbeynkar'. Mesele ne meseleya navbeynkariyê ye, ev polîtîkaya PDK'ê zerareke gelekî mezin dide Kurdan, Kurdan dixe nava metirsiyên mezin, rîsk heye ku destketî hemû ji holê bên rakirin, tasfiye bibin. Divê bê rexnekirin, zext bê zêdekirin, helwesta wê bi rengekî xurt bê rexnekirin, PDK ber bi xeta neteweyî ve bê kişandin, divê PDk dest ji vê polîtîkayê berde. Divê piştgiriyê nede polîtîkay dewleta Tirk a mêtinger, faşîst û qirker, divê li gel vê dewletê cih negire, rewa neke. Dewleta Tirk bi salane dibêje 'Kurd bi min re ne' û PDK'ê mînak nîşan dide, bi vî rengî jî Kurdan qir dike. Lewma divê her kes bi xurtî li ber helwesta PDK'ê rabin.

'EGER ZEXTA CIVAKÎ ÇÊBIBE, WÊ REWŞ BIGUHERE'

Başûr jî bi vî rengî ye, gelê me ji aliyê hişmendiya neteweyî, refleks û helwesta neteweyî ve gelekî li pêş e. Xwedî rêxistinbûn û asteke bilind a têgihiştinê ye. Lewma di serî de li Başûr eger li her cihî zexteke xurt a civakî bê kirin, eger partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskar helwesteke hevpar nîşan bidin, PDK'ê vexwendîne ser xeta neteweyî, yekîtiya neteweyî hingî ev rewş wê biguhere.

Bi rastî jî divê PDK dest ji vê siyaseta metirsîdar berde, ev yek bi Kurdan hemûyan dide windakirin. Bi PDK'ê jî dide windakirin. Tiştekî bi navê PDK'ê li holê namîne. Piştî ku Kurdên berxwedêr ji holê hate rakirin wê Kurdên hevkar jî ji holê bên rakirin. Divê Kurd vê trajediyê, vê dramê ji nû ve nebînin. Dîroka sedan salî ya Kurdan bi mînakên wiha dagirtî ne."