Ji Rêber Apo peyama ji bo heyeta Ewropî

Rêber Apo peyamek ji heyeta Ewropî re şand, ku dixwaze pê re hevdîtinê bike û got, "Hêvî dikim ku di atmosfereke welê de ku civaka demokratîk bê avakirin, em rû bi rû hevdu bibînin."

Heyetek ji 39 kesan ku di çarçoveya kampanya 'Ez dixwazim serdana Abdullah Ocalan bikim' di bin sîwana Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) de ava bû, daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re kir.

Heyet piştî hin hevdîtin û danûstandinan li oteleke li Taksîmê di civîna 'Maseya Gilover' de li hev kom bû.

Di civînê de peyama Rêber Apo ya ji bo heyetê hate xwendin.

Peyam bi vî rengî ye:

"Dostên hêja...

Ji bo min gelekî bi wate û hêja ye ku hûn ji rêyeke ewqasî dûr hatine, hewl didin lêgerîna azadiyê ya ku di şexsê min de şênber bûye bixin rojevê û di heman demê de hevdîtinê bi min re bikin. Beriya her tiştî vê hewldanê ne tenê weke piştevaniyake şexsî yan jî lêgerîneke azadiyê ya şexsî dibînim; vê yekê weke parçeyek ji îradeya jiyana azad a bi hev re ya gelan û çareseriya demokratîk, aştiya civakî dibînim.

Min azadiya xwe ya şexsî ti carî ji azadiya civakî cuda nedît. Ji xwe min timî got, heta ku azadiya civakî pêk neyê, wateyeke rasteqîn a azadiya şexsî wê nebe. Ji ber vê yekê ez vê gava we ji bo paşeroja demokratîk a hevpar a gelên me weke tevkariyekê û bangeke wêrek dibînim.

Haya min ji daxwaza we ya ji bo hevdîtinê çêbû. Hêvîdar im ku di rojên pêş de şert û mercên hevdîtineke bi vî rengî bên afirandin. Di vê çarçoveyê de silav û hurmetên xwe pêşkêşî her kesî dikim ên ku ked dan -ne tenê ji bo min, her kesên ku tevkariyê li lêgerîna azadiyê û îradeya demokratîk a gelên me dikin-.

Bi hêviya ku di rojên azad de, di atmosfereke ku civakeke demokratîk tê avakirin de em hevdu rû bi rû bibînin...

Abdullah Ocalan
Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê."