'Hozan Mizgîn hebûna gelê xwe di dengê xwe de hilgirtibû'

Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera 28'an a şehadeta Hozan Mizgîn de ew bi bîr anî û got, "Di dengê xwe de hebûn û ruhê çandî yê gelekî hilgirtibû. Ji ber vê yekê mîna volkanekê teqiya."

Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 28'an a şehadeta Hozan Mizgîn bi sernavê "Di dengê xwe de hebûn û ruhê çandî yê gelekî hilgirtibû. Ji ber vê yekê mîna volkanekê teqiya" daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de girîngiya meha Gulanê di dîroka Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd de hate bibîrxistin û hate gotin, "Gelek pêşengên xeta azadiya Kurdistanê di vê mehê de gihîştine şahadetê. Ji ber vê jî meha Gulanê wek meha şehîdan tê bi bîr anîn. Em bi navê Tevgera Çand û  Hunera Jinên Kevana Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûrî, di şexsê Ş. Hozan Mizgîn  û Hakî Karer de, şehîdên tevgera azadiyê û şehîdên meha Gulanê, bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku 11'ê Gulan roja şehîdên tevgera çand û hunerê ye û hate gotin, "Di 11'ê Gulana 1992 an de, Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) berxwedan û tekoşîneke pir mezin kir û di dawî de ji bo ku dîl nekeve destê dijmin bi rengeke fedaî Tetwanê şehîd ket. Di her keliyên jiyana xwe de, şehîd Mizgîn, bi moral, ruh, hezkirî, rêxistinî, şerker û afirîner bû. Şehîd Mizgîn, bi vî awahî xwedî kesayetiyeke pir alî û tam bû. Ji aliyê civakî, leşkerî, çandî û xweseriya jin ve her pêşengtî kir. Şehîd Mizgîn, di jiyana xwe de her tim mohra xwe tiştên yekem da. Yekem avakirina rêxistina jinê ya li Ewropayê bi pêşengiya wê pêk hat. Yekem akademiya çand û huner Huner-Kom bi serkêşiya wê çêbû. Yekem fermandara jin a qada Garzanê bûn û hwd. Di kîjan xebatê de cîh bigire, aliyên din ên xwe jî pê re dikir yek û kesayetiya xwe bi vî awahî dihûnand. Gava xwe ya yekem, di emrê xwe yê ciwan de, wek jineke tekoşer û welatparêz, di nava gel xwe de pêşengtiya rêxistinkirina civaka xwe kir.  Germahiya deşta Sasonê, di dilê şehîd Mizgîn de, agirê azadiyê geş kiribû. Li ser hîm û mîrateya berxwedana jinên Kurd ên wek Rindê Xan, Meryem Xana, him di aliyê rêxistinkirinê de, him di aliyê çand û huner de, kesayeteke xwedî bingeheke xûrt bû, şehîd Mizgîn. Li ser kokeka çandî a resen hîn bû. Evîndara çand û zimanê xwe bû. Ew hîm û taybetmendiyên ku li gel şehîd Mizgîn hebûn, dema ku bi feraseta azadiyê, hêza tevgera azadiyê re bû yek, wek volkanekê teqiya. Berxwedaniya jina Kurd, şehîd Mizgîn bi awayekî bîrdozî ve jî kir yek û di kesayeta xwe de çand. Şehîd Mizgîn, pir xurt xwediyê vê mîrasê derket, di kesayeta xwe de çand û li gora wê jî jiya. Gotin û pratika xwe yek bû. Bi vê sekna xwe, darbeyek pir mezin li hişmendiya dewleta Tirk a faşizan û dagirker da."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Dengekî wiha li ser bû ku, ne mumkun bû kesek pê bandor nebe. Ji ber ku dengê şehîd Mizgîn bi ruhê Kurdewariyê, welatparêziyê ve hatibû avdan. Dengeke semawî bû. Banga azadiya ku di kûrantiya dilê her însanekî Kurd de vêşartiye dikir, bi dengê xwe yê zelal.  Di nava awazê dengê şehîd Mizgîn de, hêz û tilsimeke resen a pir kûr a çanda Kurd hebû. Di dengê xwe de hebûn û ruhê çandî yê gelekî hilgirtîbû. Di dengê şehîd Mizgîn de, bang hebû. Banga cewherê hebûna Kurd, banga azadiyê, banga welatparêziyê, banga berxwedanê, banga hişyarbûnê... Bi kûrtasî banga xwebûnê. Ya ku şehîd Mizgîn kir, Hozan Mizgîn jî ew qudreta ku di dengê wê de hevgirtî bû. Deng û kesayet, di Şehîd Hozan Mizgîn de, gihîştibû ahengeke hunerî. Ew deng û kesayet wek goşt û neynûk hevgirt û bû zimanê heqîqatê. Bû xeta berxwedêr a azadiya jina Kurd, bû xeta tevgera çand û hunera demokratik, bû xeta xweparastina cewherî.
       
Em wek tevgera Kevana Zêrîn, di salvegera 28. Şehadeta Hozan Mizgîn de, dema ku bi bîr tînin, di wan aliyan de, ji bo xwe wek carek din banga azadiyê, banga rexistinbûnê, banga vegera cewher, banga vîn, banga têkoşîn û banga bilindkirin û avakirina pergala çand û hunera jinên kevana zêrîn a demokratik dinirxînin. Soza ku em her tim şehîdên xwe re didin ew e; em têkoşîna we û rêka wan bidomînin. Li ser vê esasê soza domandina rê û têkoşîna şehîd Hozan Mizgîn û şehîdên me, di aliyê çandî de, çand û zimanê gelê Kurd di asta akademîkbûnê de pêşxistin, sazîkirin, kesayetên wê avakirin, çanda xwe di bin lepê qirkirinê de derxistin, zimanê xwe parastin û jiyanî kirinê ve guncaw be. Soza me ji bo şehîdên me ev e. Li ser van esasan, em wek Tevgera Kevana Zêrîn, şehîd Hozan Mizgîn, ji her alî ve ji bo xwe pêşeng, xet û nasname dibînin. Carek din, di salvegera 28. Şahadeta Hozan Mizgîn de, hemû şehîdên çand û hunera demokratik bi rêzdarî bîrtînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Soza bilindkirin û mayendekirina tekoşîna azadiyê didin."