BI DÎMEN

Holat: Li dijî asîmîlasyonê divê têkoşîn bê mezinkirin

Ji MED-DER'ê Ramazan Holat diyar kir ku li Kurdistanê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê divê têkoşîneke topyekûn bê meşandin.

ZIMANÊ DAYIKÊ Û ASÎMÎLASYON

Dibistanên Herêmê yên Mayinde (YÎBO) ku weke hîmekî polîtîkaya şerê taybet ji bo asîmîlasyonê li bajarên Kurdistanê di bin navê perwerdeyê de hatine avakirin, zarokên Kurd asîmîle dike. Rêveberê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Ramazan Holat li ser mijarê axivî û got, "YÎBO li Kurdistanê gelekî zêde ye. Ji bo perwerdeyê hatine avakirin lê belê li welatên mîna Tirkiyeyê ev yek bi armancên cuda têne bikaranîn. Armanca xwe ya bingehîn jî asîmîlekirina zarokên Kurd e, dûrxistina ji rastiya wan e, Tirkkirina wan e."

ZIMAN JÊ BÊ WERGIRTIN TIŞTEK NAMÎNE

Holat anî ziman ku bi destê dewletê li Kurdistanê pêvajoyeke mezin a asîmîlasyonê tê meşandin û got, "Dema ku em li zarokên ji dibistanên herêmê yên mayinde mezûn dibin dinihêrin, piraniya wan bi zimanê xwe yê dayikê neaxivin. Eger hûn zimanê civakê jê bistînin hingî tiştek namîne. Gelek hîmên polîtîkayên asîmîlasyonê hene. Salên dawî polîtîkayên asîmîlasyonê hîn bêhtir hatin dîtin. Li aliyê din jî têkoşînek heye. Gelê Kurd ji bo xwe ji asîmîlasyonê biparêze bi gelek rê û rêbazan têdikoşe. Gelê Kurdistanê hewl dide polîtîkayên asîmîlasyonê têk bibe."

ZIMANÊ DAYIKÊ DIVÊ LI HER QADA JIYANÊ BÊ BIKARANÎN

Holat destnîşan kir ku ji bo têkbirina polîtîkayên asîmîlasyonê pêwîstî bi têkoşîneke topyekûn heye û got, "Gelek sazî li ser pêwîstiyan ava dibin. Eger li Kurdistanê asîmîlasyon li ser gelan nehatibûya ferzkirin komele û saziyeke bi vî rengî jî ava nedibû, pêwîstî pê nedibû. Lewma emm saziyeke welê ne ku hewl didin zimanên li Kurdistanê hemûyan lêkolîn bikin û bi pêş ve bibin. Ev rewş bi tenê bi me naqede. Bikaranîna ziman divê ne tenê li saziyan be, divê li her qada jiyanê be. Eger em li her qada jiyanê zimanê xwe yê dayikê bi kar nînin em ê nikaribin pêşî li asîmîlasyonê bigirin. Divê dayik, bav hîn di zarokatiyê de axaftina bi zimanê dayikê bi zarok bide hezkirin. Divê were fêhmkirin ku zimanê Kurdî tiştekî biçûk nîne. Divê têkoşîneke topyekûn bê meşandin."