Hisên Kerkûkî: Hilbijartina Parlamentoyê cihê fikaran e

Endamê Serokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkê diyar kir ku dûrxistina wan a ji hilbijartinê tevahiya proseyê dixe nava fikaran.

Biryar e ku di 30'ê Îlonê de hilbijartinên dema 5'an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) pêk were. Bi giştî 28 lîsteyan xwe ji bo beşdarbûna hilbijartinê amade kirine. Tenê rê nehatiye dayîn lîsteya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê beşdarî hilbijartinê bibe, bi hînceta ku fermîbûna Tevgera Azadî nîne beşdar bibe. Lê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê mafê fermîbûnê ji komîsyona serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê girtiye û weke partiyekî siyasî hatiye naskirin. Mafê karkirinê li tevahiya Iraq û Herêma Kurdistanê heye.

Endamê Serokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkê têkildarî astengkirina li pêşiya partiya wan ji ajansa ANF'ê re axivî û got; "Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin. Ji sala 2014'an parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin. Cihê serokatiya Herêma Kurdistanê vale maye. Herêm rastî krîza aborî û siyasî ya dijwar hatiye. Me jî weke erkekî exlaqê siyasî bi armanca çareseriyê projeyek ji bo xilaskirina Herêma Kurdistanê ji vê rewşê pêşkêş kir. Me xwest beşdarî hilbijartinên 30’ê  Îlonê bibîn. Lê mixabin Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê bi biryarekî siyasî Tevgera Azadî asteng kir û rê neda beşdar bibe.

‘LI DIJÎ TEVGERA AZADÎ PLANEK AMADEKIRIN’

Hisên Kerkûkî wiha jî got; “Ne dengdana li herêmê û ne jî komîsyona serbixwe ya hilbijartinê serbixwe ye ku bi hevbeşî li gel wezareta navxweyî bê planekê Tevgera Azadî ji hilbijartinên herêm dûrbêxe.’’

‘BEŞDARBÛNA HILBIJARTINÊ PDK’Ê ASTENG KIR’

Hisên Kerkûkî  Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) sûcdar dibîne ku nehiştiye Tevgera Azadî beşdarî hilbiajrtinan bibe û wiha got; “Biryara PDK’ê siyasî ye û dixwazin vêya bikin qanûnî. Aliyên siyasî yên ku dibêjin em demokrasiyê dixwazin li beramberî vê plangeriya dijî Tevgera Azadî ji derveyî Nifşê Nû ti aliyên din helwest nîşan ne dane.”

Endamê Desteya Serokatiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî herî dawî wiha got; “Qedexekirina beşdarbûna Tevgera Azadî ji bo hilbijartinên parlamentoyê wê komîsyona hilbijartin  û dadgehê jî bixe nava fikaran. Piştî goftûgoyên di nava partiyê de em ê di demek nêzîk de helwest û nirxandinên xwe yên di derbarê hilbijartinên parlamentoyê de eşkere bikin.”