Hiqûqnas Ozum Vûrgûn: Tecrîd cûreyekî bêdeng ê kuştinê ye

Rêvebera Şaxê Amedê ya OHD'ê parêzer Ozum Vûrgûn diyar kir ku CPT di mijara tecrîdê de karê xwe nake û got, "Tecrîd li vî welatî li ser her kesî ye. Divê her kes li ber tecrîdê rabe, têbikoşe."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in di nava tecrîdeke giran de ye. Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan li zêdeyî 100 girtîgehan ji 27'ê Mijdarê ve bi rengekî bêdem-dorveger 99 roj in greva birçîbûnê dewam dike.

Rêvebera Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ozum Vûrgûn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re nirxand.

Vûrgûn diyar kir ku tecrîd polîtîkaya bêmirovhiştinê ye û got, "Her tim êşkenceyeke veşartî ye ku delîlan li pey xwe nahêle. Dema ku mirov bala xwe bidin ser hiqûqa Tirk, hiqûqa li Komara Tirkiyeyê tecrîd weke sûcekî tê pênasekirin ku di destûra bingehîn de hatiye qedexekirin."

Ozum Vûrgûn diyar kir ku bi rêya tecrîdê gel bi temamî hatiye tecrîdkirin û got, "Greva birçîbûnê jî rabûna li ber vê yekê ye. Nîqaşkirina aliyê tenduristiyê û hiqûqî yê vê yekê mijareke cuda ye."

Vûrgûn anî ziman ku bi rêya tecrîda li ser Abdullah Ocalan êşkence li temamiya civakê tê kirin û wiha dewam kir, "Dema ku mirov bala xwe didin ser mantiqê tecrîdê dibîne ku eger tecrîd bi dawî bibe aborî sererast dibe, aştî tê, şer diqede. Mebesta me ne tenê şerê heyî yê çekdarî ye. Şerê li qada siyasî û îdeolojîk li her qadê wê bi dawî bibe. Yanî li ser gelê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê polîtîkayeke giştî ya tecrîdê heye. Di şexsê Abdullah Ocalan de tecrîd li ser gelê Kurdistanê û gelan hemûyan tê ferzkirin."

TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Vûrgûn diyar kir ku tecrîd mîna hucreyeke kanserê ye û wiha dewam kir, "Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dijî mirovahiyê ye, mantiqê tecrîdê li dijî mirovahiyê ye, cûreyekî bêdeng ê kuştinê ye. Li girtîgeha Îmraliyê cînayet tê kirin. Hewldana ji bo kuştina îdeolojiyekê, ruhekî, mantiqekî ye ku beriya 22 salan dest pê kir û hîn jî dewam dike. Em qala cînayetê dikin. Abdullah Ocalan dibêje, 'Bedena min li zindanê ye, lê ruhê min li zindanê nîne'. Ruh û îdeolojiyek heye ku 22 sal in bi ti awayî nekariye bê parçekirin. 22 sal in desthilatdarî guherîn, lê belê nêrîna li tecrîdê neguherî.

Vûrgûn ragihand ku 22 sal in ev cînayet ji aliyê dewlet û hikumetê ve tê kirin û wiha dewam kir: "Di nava 5 salên dawî de tenê 5 caran karî parêzerên xwe bibîne. Dema ku mirov ji aliyê kesekî, ji aliyê girtiyekî ve binrixîne, hingî dibîne ku mafên mirovan tê binpêkirin. Bila şaş neyê fêhmkirin, cihê Abdullah Ocalan ji bo me cuda ye, lê girtiyeke. Dema ku mirov ji vî alî ve jî lê binere, hingî dibîne ku mafên mirovan tê binpêkirin.

Dewleta Tirk peymanên navneteweyî yên ku mohra xwe daniye binî binpê dike. Ji fikrên mirovekî di nava çar dîwaran de ye ditirsin, ji ber vê yekê tecrîdê ferz dikin. Abdullah Ocalan got, 'Bi gotineke bi tenê dikarim şer biqedînim'. Me dît ku di pêvajoya çareseriyê de xwîn nehate rijandin. Welatiyên dewletekê, hiqûqnas, zanyarên hiqûqê dibêjin; qanûnan bi cih bîne."

Vûrgûn bi bîr xist ku ew di pêvajoya şewbê de ne, lewma rewşa li girtîgehan rîskeke mezin e û got, "Dema ku sîstema xweparastinê ya bedenê têk çû, hingî nexweşî lê der dibe. Timî dibêjim; dema ku pandemî li girtîgehan belav bû wê li tevahiya welêt belav bibe. Greva birçîbûnê sîstema parastinê ya bedena mirovan têk dibe.

Bi gotina 'tu çima dikeve greva birçîbûnê' ceza tê birîn. Tu berpirsyar e ku li welatiyên xwe binere. Girtî be yan jî negirtî be. Berpirsyariya te ye. Pêwîstiya wan bi vîtamîna B1 heye. Lê belê polîtîkayeke welê tê meşandin ku weke ji nedîtî ve tên. Mafên mirovan ne bi qanûnan, lê bi zîhniyetê diguhere."

'EM BANG LI CPT DIKIN KU WEZÎFEYA XWE PÊK BÎNE'

Vûrgûn destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rastiyeke Kurdistanê heye û wiha dewam kir, "CPT naxwaze dilê aliyekî bihêle. Tenê dibêje tecrîd heye, lê pêkanînekê ferz nake, qala bikaranîna mekanîzmayên navneteweyî nake. Sazî, partiyên siyasî hemû zanin ku tecrîd heye, li vê mikur tên. Lê belê CTP tenê qala tecrîdê dike. CPT bêalî ye. Mijara tecrîdê jî yekser CPT eleqedar dike.

Pêşniyaran jî pêşkêşî Tirkiyeyê nake. Em her roj dibin şahid ku li girtîgehan êşkence tê kirin. Ji xwe şewb pêvajoyeke êşkenceyê ye. Niha dixwazin hînî jiyana bi vê yekê re bikin. Em bang li CPT dikin ku wezîfeya xwe pêk bîne. Jehrkuja tecrîdê, azadî ye. Divê her kes azad be. Her kes di bin tecrîdê de ye. Em bang li her kesî dikin ku li ber tecrîdê rabin. Lewma bang li her kesî dikin ku azad bibin."