Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji Tirkiyeyê re hat rawestandin

Piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê a Parîsê, hat ragihandin ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji Tirkiyeyê re hatiye rawestandin.

Di 24’ê Adarê de Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê a Parîsê li ser dosya petrolê ku Iraqê serlêdan kiribû, Tirkiye û Herêma Kurdistanê mehkûm kir û biryar da ku bê Iraqê nabe ku Herêma Kurdistanê petrolê bifiroşe Tirkiye.

Li gorî nûçeya malbera Argus a ku kar li ser enerjiyê dike, ragihand ku Iraqê jî bi fermî Tirkiye agahdarkiriye li ser dosyaya hinardekirina petrola xam a Herêma Kurdistanê ku bê Dadgeha Federal a Iraqê ji bo Tirkiye diçû, Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî biryar da ku bê Iraqê petrol ji bo Tirkiye nayê firotin.

Her wiha hate ragihandin ku Tirkiye hatiye agahdarkirin ku êdî bê erêkirina Hikûmeta Federal a Iraqê rê nayê dayîn ku petrola Herêma Kurdistanê ji bo Bendera Ceyhan bê şandin.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad ragihand ku cezayê 1.5 milyar dolarî ku Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê ya Parîsê li dijî Tirkiyê sepandiye, ne rêjeya ku Iraq dixwazeye. Berdevk got ku şandeya îro jî serdana Bexdayê bike, wê li ser mekanîzmeya nû ya hinartina petrola Herêma Kurdistanê gotubêj bike, ger lihevkirin çêbû wê bê ragihandin.

Asim Cîhad derbarê rawestandina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê jî dibêje; “Piştî Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê ya Parîsê biryar da ku bi rawestandina hinardekirina petrola herêma Kurdistanê de, ji duh ve pertol ji herêma Kurdistanê bo derve nayê hinardekirin û hatiye rawestandin.”

Dadgehê herwiha biryar da ku dewleta Tirk milyarek û 500 milyon dolar bide Iraqê, liser vê jî Asim got; “Ev mîktara hatî diyarkirin, ne wekheve, ji ber ku Iraqê daxwaza zêdetir kiriye, ji ber vê yekê dê di pêşerojê de cezayên zêdetir hebin.”

Duh Wezareta Petrolê ya Iraqê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew pêşwazî li biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê ya Parîsê dikin.