Hilbijêrên AKP’ê yên leşker û polîs ji Qilebanê veqetiyan
AKP’ê bi qasî hejmara hilbijêran li ser navê ‘hilbijêriyê’ leşker û polîs şandibû Qilebanê. Leşker û polîs ji bajêr veqetiyan.
AKP’ê bi qasî hejmara hilbijêran li ser navê ‘hilbijêriyê’ leşker û polîs şandibû Qilebanê. Leşker û polîs ji bajêr veqetiyan.
Di 31’ê Adarê de ji bo hilbijartinê bi sedan leşker û polîs biribûn Qilebana Şirnexê.
Hêzên rejîmê li dibistanan deng dabûn û roja Duşemê di destê sibehê de nêzî 100 wesayîtên zirxî yên Kîrpî leşker û polîs ji bajêr derketin.
Tê diyarkirin ku hêzên rejîmê berê xwe dane baregehên derdora Balefirgeha Şerafettîn a li ser rêya Cizîr û Hezexê ye.