Hikûmeta Başûrê Kurdistanê biryara bi Bexdayê re bicive da

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve hate dayîn, biyar daye ku vegerin Bexdayê û di çarçoveya Destûra Bingehîn de dest bi hevdîtinan bikin.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê eşkere kir ku wê vegerin Bexda û  amade ne ku di 'Çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê' de li gel Bexda bicivin.

Desteya Wezîran a di bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de civiya, diyar kirin ku banga diyalogê ya Serokwezîrê Iraqê Heder Ebadî ya ji bo çareseriya pirsgirêkan erê kirine.

Piştî civîna ku bûyer û aloziyên di serî de dagirkirina Kerkûkê ya ji aliyê artêşa Iraq û Heşdî Şebî û nakokiyên li ser ‘Herêmên bi nakok’ yên di navbera hikûmeta navendî û Başûrê Kurdistanê hate destgirtin de, hat diyarkrin ku banga diyalogê erê kirine.

Di daxuyaniya piştî civîna Desteya Wezîran de ev tişt hate gotin:

“Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê pêşniyarên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên dawiyê pejirand û ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingehê destûra Iraqê, ji bo guftûgoyê biryara vegera Bexda da.

EBADÎ ÇI GOTIBÛ

Her wiha ji civaka navnetewî jî daxwaz kir ku ji bo destpêkirina guftûgoyê navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de, alîkariya herdu aliyan bike.”

Piştî referandûmê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ev tişt gotibû: “Şertê ku referandûm bê betalkirin, em dikarin bi Hewlêrê re li ser bingehê Destûra Bingehîn a Iraqê hevdîtinan bikin.”

BARZANÎ ÇI GOTIBÛ?

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û rêveberiya PDK’ê ev pêşniyar red kiribû û dabû diyarkirin ku bi ti şert û mercan referandûmê betal nakin. Baraznî wiha gotibû: “Ji bo ji hev cudabûnê wê biçin Bexdayê.”

PLANÊN ALTERNATÎF NEHATIBÛN QEBÛLKIRIN

Ji beriya referandûnê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê Brett McGrûk li gel Îngilîstanî Fransaî û Nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Dihokê li gel Barzanî li hev civiyabûn û diyar kiribûn ku li pêşberî referandûmê planek alternatîf pêşkêş kiribûn. Plan wê di bin çavdêriya DYA û NY’yê de pêk bihata.

Lê Barzanî piştî saetekê û şûnde di axaftinên xwe yên  li mîtînga li Zaxo hatî lidarxistin qebûl nekir. Piştre jî gelek hevdîtinên bi barzanî re bê encam man.