Dayik Sûltan Aksoy (80) dibêje, sala 1990’an ji ber zext û êrîşên dewleta Tirk ên li ser malbata wan, ji gund koçî navçeya Qoserê ya Mêrdînê dikin. Piştî malbata Aksoy koçî Qoserê dike dewlet dest ji wan bernade û zextan li ser malbatê dike, herî dawî di sala 1995’an de ji Qoserê koçî Amedê dikin. Li Amedê jî dewlet bela li malbata Aksoy dide û hevser û kûrê dayika Sûltan di îşkenceyê re derbaz dikin. Her wiha kurê dayika Sûltan Aksoy, Mehmet Zekî Aksoy ku di Rojnameya Ozgur Gundemê de dixebitî dibe hedefa dewletê û di sala 2003’an de li Qoserê ji aliyê JÎTEM’ê ve tê qetilkirin.
‘XWENDIN Û NIVÎSANDIN TINE YE, HELBESTAN ÇÊDIKE Û DIBÊJE’
Xwendin û nivîsandina dayika Sûltan Aksoy tineye û heta niha nêzî 20 helbestan bi xwe çêkiriye û dibêje. Aksoy dibêje ez êş û hesreta xwe ya salan bi gotina helbestan vedibêjim û kêm jî be dilê min şad dibe. Dayik Aksoy bi van gotinan qala jiyana xwe kir: “ Ji ber zext û êrîşan me ji gundê xwe koç kir jî em ji zilma dewletê xelas nabûn. Li gel zilmê dewletê hevserê min û kûrê min yê rojnamevan Mehmet Zekî Aksoy qetil kirin. Ez dayikek 80 salî me, dîsan dewlet bela xwe ji me naveke û dixwaze em li hemberî wan serî danîn. Lê em ti cara serî nadanin û em ê ji bo mafên xwe li ber xwe bidin. Xwendin û nivîsandina min tineye, lê belê ez dikarim Qoranê bixwînim. Demek dirêje jî ez helbestan çêdikim û dibêjim.”
‘HEZKIRINA JI BO OCALAN’
Dayik Aksoy heskirina xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bi helbestan dibêje û heskirina xwe ya ji bo Ocalan bi van gotinan vedibêje: “Serokê min, hêvî û hesreta mîlyonan. Dagirkeran Serokê min girtin. Bila ti kes bawerî bi dagirkeran neyne. Ew dagirkerin wan îro Serokê min dîl girtiye. Xwedeya hawar e hawar e. Tu dibînî êrîşî li ser Serokê min kirin, weke guran, gurên berx û karan. Lê Serokê min bi fikir û raman xwe planên wan pûç û vale derxist. xwedêya xwedêya em bang li te dikin ey xwedeyê dinyayê. Bi plan û fitneya Serokê min girtin birin di behra bê serî û bê binî de. Dengê me bilind bû li dinyayê belav bû. Em dibêjin êdî bes bes bes... Em Serokê xwe dixwazin û kesê bikare vî welatî rizgar bike Serokê min e.”
‘EZ NE HELBESTVAN IM, DERDÊ XWE VEDIBÊJIM’
Dayik Aksoy li ser dayikên şemiyê û kûrê wê Mehmet Zekî yê di sala 2003’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatiye qetilkirin helbest çêkiriye û wiha got: “Ji ber êş û xemên xwe min dest bi helbestê kir. Ji beriya niha min qesîde dixwend. Lê ji bo hesret û xemên xwe yên salan min dest bi helbestan kir. Ez xwendin û nivîsandinê nizanim lê belê dikarim helbestan çekim. Êş û xemên li ser Kurdan, Kurd hemû kirine, helbestvan, hunermend û nivîskar. Ji dîrokê heta niha dewleta Tirk li ser Kurdan zilmê dike. Mirov li dinyayê bigere weke Kurdan gelek mezlûm û bi êş nabîn e. Ez ne helbestvan im lê ez derdê xwe dibêjim.”