Hêzên Rizgariya Efrînê: Em ê bi her awayî li dagirkeran bidin

Hêzên Rizgariya Efrînê li baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker xistin û di encamê de leşkerek hate kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê bi cure çalakiyan li dagirkeran bidin.

Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, roja 18'ê Kanûnê yekîneyeke wan li herêma navbera gundê Gobelê û navenda navçeya Şera ya Efrînê li dijî baregeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê di çalakiyê de leşkerekî Tirk hatiye kuştin, 6 leşker jî birîndar bûne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, yekîneyeke wan di heman demê de di navbera gundê Basûtê yê navçeya Şêwara û navenda Efrînê li wesayiteke leşkerî ya çeteyên bi navê Firqet el-Hemze xistin. Hate gotin, "Di encama çalakiyê de li gel ku windahiyên koma çete çêbûn jî, der heqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin."

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir, ji bo dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê anîn û gelê Efrînê bê rizgarkirin wê çalakiyên nû bikin û wiha dewam kir: "Hêzên Rizgariya Efrînê wê li her derê şerê xwe yê rewa û mafdar, bi şîara 'Bidawîkirina dagirkeriyê' bidomînin."