Hêzên rejîma Îranê zarokê 13 salî bi êşkenceyê qetil kir

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê zarokê 13 salî bi êşkenceyê qetil kir.

Li gorî nûçeya Kargernews a li Îranê weşanê dike, hêzên Îranê li ser sînorê Xoyê yê bi ser wîlayeta Ûrmiyeyê, li gundê Qetûrê zarokê 13 salî yê bi navê Resûl Yûsif, bi êşkenceyê qetil kir.

Hat diyarkirin ku Resûl Yûsif li ser sînor kolbertî dikir û di êşkenceyê de ji ber ku xwîn ketiye ser mejiyê wî, jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku dema Yûsif li ser sînor hatibû girtin, 20 lître benzîn pê re bûye. Gundiyên Qetûrê cenazeyê Yûsif wergirtin û li pêşiya cihên leşkerên Îranê çalakiyek li dar xistin û qetlîam protesto kirin.