Hêzên QSD’ê çerxerêya Reqa-Şamê xistin bin kontrolê

Êrîşa çeteyan a ji saetên danê nîvroyê ve ku li rojavayê Tebqa dabûn destpêkirin hate şikandin. Piştî şikestina êrîşê şervanên ku ber bi pêş ve çûn, çerxerêya Reqa-Şamê ku dikeve rojavayê bajêr xistin bin kontrolê.

Hêzên QSD’ê ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de bajaroka Tebqa dorpêç kirine, tevî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jî, pêşveçûna xwe didomînin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku li navenda Tebqayê ji ber dorpêça hêzên QSD’ê asê mane, ji bo ku dorpêçê ji ser xwe bişkênin, li rojavayê bajarok êrîş pêk anîn. Li hemberî êrîşa ku çeteyan bi çekên giran pêk anîn, hêzên QSD’ê bersiva tund da û êrîş têk bir.

Pevçûnan di saetên nîvro de destpê kirin û heta saet derdora 18:00’an dom kirin. Di şerê çeteyan derbeyên giran xwarin de, şervanên QSD’ê pêşveçûna xwe domandin.

Di vê navberê de çeteyan herêmên ku sivîl lê dijîn jî, bi topên hawanan topbaran kirin. Çeteyan saet di 13:20’an de jî bi wesayîtekî bombebarkirî xwestin êrîşî çeperên şervanên QSD’ê bikin. Lê wesayît ji aliyê şervanan ve beriya ku bigihîje armaca xwe hate îmhakirin.

Li aliyê din şervanên QSD’ê li gundê Eyîd Kebîr ku îro hat rizgarkirin, 400 sivîl veguhestin cihên bi ewle. Piştî veguhestina sivîlan, hêzên QSD’ê pêşketina xwe domandin û di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar qewimîn.

Di şer de gelek çete hatin kuştin û cenazeyên 3 çeteyan, çekek SPG-9, doçkayek 12.5 mm, çekek BKC, bombeavêjek, 3 kelaşnîkof ketin destê şervanên QSD’ê.

Piştî pevçûnên ku tevahiya rojê dom kirin, çerxerêya Reqa-Şamê ket bin kontrola şervanên Xezeba Firatê.

Pêşveçûna şervanan a li herêmê didome.