Hêzên Parastina Hewayî yên HPG'ê li Siyanê li dagirkeran dan

HPG'ê ragihand ku hêzên wan ên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed li herêma Siyanê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakiyên serketî kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Hêzên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed, 12'ê Sibatê saet di 14:30'î de bi balafirên bêmirov li dagirkerên li herêma Siyanê dan. 13'ê Sibatê saet di 09:45'an de jî li herêma Siyanê bi rengekî serketî li dagirkeran dan. Hejmara dagirkerên ku di encama herdu çalakiyan de hatin cezakirin nehae zelalkirin. Lê belê dagirkerên hatin kuştin û yên hatin birîndarkirin bi helîkopteran ji herêmê birin."