Pirdê jî ket destê hêzên Iraqî
Piştî şerê navbera artêşa Iraqê, polîsên federal û hêzên pêşmerge, bajarokê Pirdê kete destê hêzên Iraqî.
Piştî şerê navbera artêşa Iraqê, polîsên federal û hêzên pêşmerge, bajarokê Pirdê kete destê hêzên Iraqî.
Piştî ku yekîneyên artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî piraniya herêmên li paralela 36'an û Kerkûk bi dest xistin, danê vê sibehê tevî hêza polîsên federal berê xwe dan bajarokê Pirdê yê Kerkûkê.
Li bajarokê Pirdê, ku bi 40 kîlometreyî dûrî Hewlêrê ye, di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Iraqî de şer derket. Vî şerî demeke kin dewam kir û di encamê de bajarok kete destê hêzên Iraqî.
Tê gotin li derdorê car carna şer diqewime.