Hêzên Iraqê li sînorê Dihokê bi cih dibin

Piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Dihokê ku di encamê de du pêşmerge mirin, hat ragihandin ku hêzên Iraqê bi wesayitên zirxî li sînorê Dihokê bi cih bûn.

Duh bi şev dewleta Tirk a dagirker herêma sînorê Dihokê bi dijwarî bombebaran kir û di encamê de du pêşmergeyên bi navê Arif Taha (61) û Beşîr Emer Elî (68) hatin qetilkirin. Tê gotin 2 kesên din jî ji heman malbatê bi pêşmergeyan re bûn û heya niha aqûbeta wan nayê zanîn.

PDK û hikûmeta herêmî hîna ti daxuyanî nedane. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, duh bi şev beşek ji hêzên fewca 4 ya ser bi pasewanên sînor ên Iraqê ber bi sînorê Dihokê ve ketin rê.

Her wiha hate diyarkirin ku hêza Iraqê ya ber bi sînorê Dihokê ve ketî rê, li gundê Serzêrî yê li sînorê navçeya Kanî masî ya ser bi parêzgeha Dihokê bi cih bûn.

Êrîşa li Dihokê û sewqiyata Iraqê piştî hevdîtinên ku di demên dawî de dewleta Tirk li Bexda û Hewlêrê kirine, pêk hat.

Di destpêka hefteyê de Serokê Haşdi Şabî Falih Feyyad jî li Enqereyê ji aliyê rayedarên Tirk ve hatibû pêşwazîkirin.

Têkildarî sewqiyatê hîna di daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.