Hêzên gerîla li Qilaban û Lêlîkanê li dagirkeran xistin

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li Qilaban û Lêlîkanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "9'ê Mijdarê saet 16.40'î hêzên me li dijî qereqola Serbendê ya li herêma Qileban a ser bi Şirnexê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li qereqolê hatin xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin zelal nebû.

Roja 10'ê Mijdarê saet 9'an hêzên me li Girê Lêlîkanê yê ser bi navçeya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî lidar xistine. Çalakî li dijî stargeh û çeperên dijmin hate kirin. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin zelal nebû."

HPG'ê wekî din ragihand ku 10'ê Mijdarê saet 17:30'î balafirên artêşa Tirk a dagirker Geliyê Aris-Faris ên li herêma Avaşînê ya ser bi Herêmên Parastinê yên medyayê bombebaran kirine.