Hêzên Gerîla li Lêlîkan, Çelê û Bedlîsê li artêşa Tirk dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê di çalakiya sabotajê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin. Li Çelê jî derbên giran li çeperên leşkerên Tirk hatin xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser encamên çalakiyên gerîla yên rojên dawî ev agahî da:

"13'ê Nîsanê saet 05:30'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku li ser girê Lêlîkanê yê Başûrê Kurdistanê bû çalakiyeke sabotajê kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 3 leşkerên dijmin hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

11'ê Nîsanê saet 18:00, li navçeya Çelê ya Colemêrgê hêzên me li dijî çeperên artêşa TC a dagirker ên li ser girê Petrutê çalakiyek kirin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

8'ê Adarê artêşa TC a dagirker li qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê bi serkêşiya yekîneyên kontra dest bi operasyonê kir. Hêzên me li dijî yekîneyeke kontra ya derkete operasyonê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de kontrayê bi navê Sedat Aktaş hate ukştin. Operasyon êvara heman rojê bi rengekî bê encam qediya. Ji ber şert û mercên şer, agahiyên li ser vê operasyonê hê nû zelal bûn."