NÛ BÛ

Hêzên dewletê gule li mînîbusa rêwiyan reşandin

Mînîbuseke ku ji Licê diçû Amedê û 10 kes tê de bûn, bû hedefa artêşa Tirk. Hêzên dewleta Tirk ji wesayîta zirxî gule li mînîbusê reşandin.

Mînîbusa rêwiyan a bi plaqeya 21 BD 463 a fîma Lîce Sûrê, ku ji Licê diçû navenda bajêr û 10 kes tê de bûn, li ser rêya Çewlikê bû hedefa guleyên wesayîta zirxî ya bi tîpa akrep. Wesayîta zirxî ya ku ji pêşber ve dihat û plaqeya wê nekarî bê girtin, gule li mînîbusê reşand. Gule li pêşiya mînîbusê ket û ji pişt mînîbusê derket.

Di êrîşê de welatiyê bi navê Ozgur Atagun, ji ber ku parçeyên camê li rûyê wî ket, bi sivikî birîndar bû. Bi şensê tiştek bi kesî nehat. Wesayîta zirxî ya ku gule reşand, bi lez û bez ji cihê bûyerê çû.