Hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser gundekî Colemêrgê
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser gundê Rindikê yê Colemêrgê û kesek destgîr kirin.
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser gundê Rindikê yê Colemêrgê û kesek destgîr kirin.
Polîs û leşkerên Tirk danê sibehê avêtin ser gundê Rindikê yê Colemêrgê.
Di serdegirtinê de çekdarên Tirk li mala Abdullah Olmez û Yûnûs Olmez geriyan. Piştî lêgerîna bi saetan, Abdullah Olmez destgîr kirin. Der barê Yûnûs Olmez de ku ne li malê bû biryara destgîrkirinê heye.
Sedema destgîrkirina Olmez nehate hînbûn. Olmez birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.