Hêzên asayîşê dor li navenda Tevgera Azadî girtin

Hêzên Asayîşê yên li Silêmanî ji bo avahiya navenda Tevgera Azadî bigirin, dor lê girtin.

Hêzên Asayîşa Silêmaniyeyê danê vê sibehê dor li avahiya navenda Tevgera Azadî girtin û bi rêveberiya Tevgera Azadî re hevdîtin kirin. Hate ragihandin, asayîşê di hevdîtinê de ji rêveberiya Tevgera Azadî re gotiye, "Tevgera Azadî 4 sal in ne fermî ye, lewma em ê bigirin."

Rêveberiya Tevgera Azadî li ser vê yekê li hev civiya û rewşê dinirxîne. Hêzên asayîşê li ber navendê ne.

Tevgera Azadî sala 2017'an li gorî qanûna partiyên siyasî ya Destûra Bingehîn a Iraqê hate pejirandin û kongreya xwe pêk anî.

Tevgera Azadî sala 2014'an serlêdana fermî li Herêma Kurdistanê kir, lê heta niha bersiv ji serlêdana wê re nehatiye dayin.