Hêzên Îranê li Ciwanro 6 ciwanên Kurd revandin

Li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê, piştî merasîma cenaze, 6 ciwan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin revandin û destgîrkirin. Li bajêr heta dawiya şevê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Tevgera Gel dewam dike, ku 16'ê Îlona 2022'an piştî qetilkirina jin a ciwan a Kurd Jîna Emînî destpê kir.

Xwepêşandan li gel zextê, qetilkirina çalakgeran, girtinên bi girseyî û gefên darvekirinê, dewam dike.

Li gelek bajaran grev hate kirin, seranserê bajarê Ciwanro veguheriye mîna leşkergehê.

Li bajêr bi taybetî sekvan li ser avahiyên hikumetê hatine bicihkirin.

Li gelek taxan serdegirtina malan dewam dike. Polîs bêyî ku hincetekê nîşan bide, gel terorîze dike.

Ji bo Bûrhan Îlyasî ku ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin, roja Yekşemê merasîma cenaze hate lidarxistin. Piştî merasîmê Muxafizên Şoreşê yên Îranê avêtin ser mala Îlyasî. Di serdegirtinê de Halid Îlyasî birayê Bûrhan Îlyasî hate destgîrkirin.

Hate ragihandin ku di dema serdegirtinê de hêzên dewletê gef li malbatê xwariye û ji bo Halid Îlyasî gotiye, "Bi şens e ku nemiriye."

Piştî merasîma cenaze ya roja Yekşemê 6 ciwanên din bêhincet hatin revandin. Nayê zanîn ku ciwan bi ku ve birine. Agahî ji malbatan û parêzeran re jî nehate dayin.

Ciwanên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine revandin; Ûsame Yoûsefî, Îdrîs Badîeî, Yahya Abdî, Yaser Hedayatî, Shahîn Khodamoradî û îdrîs Fathî ne.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji 16'ê Îlonê û vir ve herî kêm 476 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin ku 64 ji wan zarok, 34 ji wan jî jin in. Her wiha gefa darvekirinê li ser 100 çalakgeran heye.