Hêzên Îranê ciwanekî Kurd qetil kirin, gel jî agir berda benda kontrolê

Hêzên dewleta Îranê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bi êşkenceyekê ciwanek qetil kirin. Gel li ber vê hovîtiyê rabû û agir berda bendeke kontrolê ya li bajêr.

Êvara 22'ê Adarê Behzad Ezîzî yê 19 salî yê ji gundê Derga Şêxan ê bajarê Bane, ji aliyê hêzên dewletê ve li bendeke kontrolê hate rawestandin û êşkence lê hate kirin.

Behzad Ezîzî dema ku li ber êşkenceyê rabû, hate înfazkirin. Xelkê Bane berê xwe da cihê bûyerê û agir berda benda kontrolê.

Cenazeyê Behzad Ezîzî rakirin Nexweşxaneay Selahaddîn a li Baneyê. Malbata ciwanê hate qetilkirin û xizmên wan li ber nexweşxaneyê kom bûn.