Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Hêza ji pola ya îradeyê: Heftanîn

Ya ku vê berxwedana bi heybet a gerîlayên xwedî bawerî û ciwan mezin dike ev îradeya ji pola ye. Evîna mezin a welat e ku di dilên ciwan de ye. Xuya ye wê gerîla bi serbilindiyeke mezin qala van gerîlayên bi bawerî û berxwedêr bike.

Berxwedana Heftanînê heyşt roj li pey xwe hişt. Her roja ji van heyşt rojan welê bi heybet û dagirtiye ku li ser roman, helbest û stran dikarin bên nivîsandin. Giraniya êrişê ya her rojê ji rojek berê zêdetir dibe. Balafirên keşfê bêrawestan digerin. Bi êvarê re liv û tevgera balafirên şer dest pê dike, di navber kurt a balafirên şer de helîkopterên Kobra û Skorsky digerin, piştre jî heta sibehê balafirên şer... Bi rojê jî ne aram e, bi taybetî rojên ku gerîla çalakiyan dikin qat bi qat ji şevê dijwartir e. Hema bêjin her roj çalakî dibe, her roj di navbera gerîla û hêzên mêtinger de şer diqewime. Şer jî li qadeke teng di nav hev de diqewime. Qala obus û hawanan nakim jî, ji ber ku ew êdî rûtîn bûne. (Di vê kêliya ku niha vê nivîsê dinivîsînim jî êrişeke giran heye. Kobra li derdorê direşînin.) Çavên gerîla mîna êgir e, lê tevî temenê xwe yê ciwan jî bi rengekî aram û profesyonel tevdigerin ku ev yek hêzeke mezin dide her kesî. Nakevin xefika propaganda û tehrîka dewleta Tirk. Gelekî bi moral in, aram in, lê di heman demê de kelecaneke xurt bi wan re heye. Gerîlayeek YJA Starê ku lê rast hatim, bi gotina "Çawa bi hêrs nebim, welatê min di bin lingê çend kesan de binpê dibe" ya Nazim Hîkmet hestên xwe tîne ziman. Gerîla bi lehengiyeke mezin bêrawestan li dijî teknolojiyeke pêşketî şer dikin.

HÊZA QEWÎN A ÎRADEYÊ

Kurdistanê di dîrokê de gelek caran destanên lehengiyê dît. Bêguman berxwedana li Heftanînê jî wê xwe di nava pelên dîrokê de cihê xwe bigire. Dema ku em li Heftanînê bûn me ev yek dît; êrişên dewleta Tirk a faşîst ne tenê li dijî mirovên Kurdistanê ne. Bi daxwazeke bêdawî ya tolhildanê êrişê dibe ser çiya, kevir, xaka Kurdistanê. Ne welê bûya şevekê 18-20 caran bi balafirên şer qadeke biçûk bombe nedikir û piştre jî bi kobrayan lê nedireşand. Qîma xwe bi carekê, du caran, sê caran nîne, kîna wan a li dijî Kurdistanê û her tiştên bi navê Kurdistanê natemire. Dema ku mirov bi rengekî klasîk li bombardûmana 18-20 caran binerin hingî dikarin bêjin ku nîşandana hêzê ye, lê belê ya ku me dît û ya ku li vir tê nîqaşkirin, ji nîşandana hêzê wêdetir hêrsa wê yekê ye ku bi teknolojî û çekên xwe yên giran nikare berxwedana leheng a gerîlayên li ser vî girî bişikînin. Tevî zordariya xwe ya bi salan nikare bi Kurdan, hêrsa xwe ji vê ye. Plana xwe ya bi navê 'Têkbirinê' nekarî bi ser bixîne, lewma bi hêrs e. Her berxwedana li Kurdistanê dersek daye dewleta Tirk a faşîst, ji niha û pê ve jî wê herî zêde li Heftanînê dersa dîrokî werbigire. Dersa ku di nava heyşt rojan de girt, hêza ji pola ya îradeya mirovan bû.

DÎROK WÊ VÎ ŞERÊ RÛMETÊ BINIVÎSÎNE

Ya ku vê berxwedana bi heybet a gerîlayên xwedî bawerî û ciwan mezin dike ev îradeya ji pola ye. Evîna mezin a welat e ku di dilên ciwan de ye. Di çavê her gerîlayekî ku em lê rast tên hêrsa mezin a li dijî dagirkeriyê heye, biryardariya rawestandina dagirkeran heye. Bi hewldaneke bêhempa hewl didin dewleta Tirk a dagirker rawestînin. Gerîla bi dil û can şer dikin. Li vê derê atmosfereke cuda û bi bandor heye. Li aliyekî êrişên bêdawî, li aliyekî jî gerîlayên profesyone ên bi hêrs, esîl û aram. Xuya ye wê gerîla bi serbilindiyeke mezin qala van gerîlayên bi bawerî û berxwedêr bike. Ji ber ku ew rûmeta vî gelî diparêzin, bi berxwedana xwe jiyanê bedew dikin.